Çeteyan kêlên gorên şehîdan ên li Goristana Girê Spî hilweşandin

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker kêlên gorên şehîdan ên li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya gundê Tenhoza yê bajarê Girê Spî hilweşandin.

Çeteyan kêlên gorên şehîdan ên li Goristana Girê Spî hilweşandin
10 sibat, 2020   08:43
GIRÊ SPÎ

ANHA’yê hin dîmen bi dest xistin ku tê de diyar dibe ku komên çete li bajarê Girê Spî yê dagirkirî kêlên gorên şehîdan ên li Goristana Şehîd Mehmûd Tamê ya li gundê Tenhoza hildiweşînin.

Di goristanê de bi sedan şehîdên ji şêniyên kantona Girê Spî bi hemû pêkhateyên wê yên ku di parastina kantonê de li hember şerkirina çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên dewleta Tirk a dagirker şehîd bûne, hene.

Dewleta Tirk a dagirker bajarê Girê Spî û gundewarên wê di êrişên 9’ê Cotmeha sala borî yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dagir kirin. Ji dema dagirkirina dewleta Tirk a herêmê ve, dest bi siyaseta tirkkirin û guhartina demografiyê bi rêya koçberkirina şêniyên herêmê û bicihkirina koçberên Sûriyê ji tevahî herêmên dîtir kir.

(fr)

ANHA