Bloomberg: Bi sedan tankên Tirkiyê ji bo şerê bi rejîmê re li Idlibê ne

Ajansa Bloomberg daxuyand ku dewleta Tirk bi sedan tank, erebeyên veguhastina leşkeran û hêzên taybet bi rê kirin parêzgeha Idlibê da ku li hember hêzên rejîma Sûriyê amadehiya şer bikin.

Bloomberg: Bi sedan tankên Tirkiyê ji bo şerê bi rejîmê re li Idlibê ne
10 sibat, 2020   10:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansê têkildarî mijarê diyar kir ku ev amadekariyên zêde yên ku di dawiya vê hefteyê de pêk hatine, ji topavêjên Howitzer, topavêjên moşekan, erebeyên ambulansê û erebeyên cebilxaneyan in û li herêmê hatine belavkirin.

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan di vê hefteyê de gefa bikaranîna hêzê, heke hêzên rejîmê beriya bidawîbûna meha Sibatê venekişin, xwaribû. Her wiha niha 3 nuqteyên çavdêriyê yên dewleta Tirk ji eslê 12 nuqteyan ji aliyê hêzên rejîma Sûriyê ve hatine dorpêçkirin.

(fr)