Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn alîkarî xwest

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsayê xwest ku parên wê ji bo destekdayîna warê çandiniyê zêde bibin. Ji bo ku piştgiriya cotkarên gundewarê navçeyê bike.

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn alîkarî xwest
Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn alîkarî xwest
Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn alîkarî xwest
Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn alîkarî xwest
Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn alîkarî xwest
Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn alîkarî xwest
10 sibat, 2020   07:00
EYN ÎSA

Şêniyên navçeya Eyn Îsa û gundewarên wê bi çandiniyê debara xwe dikin. Lê ji ber xwezaya navçeyê ya çolistanî ye rêjeyek mezin ji zeviyên herêmê bejî têne çandin.

Rûbera zeviyên bejî li navçeya Eyn Îsa û bajarokên girêdayî wê zêdetirî 130 hezar hektar e. Piştî ku artêşa Tirk a dagirker bajarokên El-Alî, Baciliyê û Ebû Xerze dagir kirin, derdora 30 hektar zevî ji herêmê qut kirin.

Ji ber ku baran bi awayekî birêkûpêk nabare, mewsima çandiniyê li herêmê zirar dît. Ji ber wê gelek cotkar neçar man bîran bikolin û bi rêya jeneratoran ji çemê Belîx zeviyên xwe ava bidin.  

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn Îsayê zêdetirî 400 ruxsetên çandiniyê dane cotkarên Eyn Îsa, El-Hîşa û zeviyên gundên girêdayî bajarokê Ebû Xerze yê girêdayî Rêveberiya Xweser.

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya navçeya Eyn Îsayê piştgirî ji cotkarên zeviyên avî re pêşkêş dike. Sotemeniyê li gorî curên jeneretoran belav dike.

Komîteyê di beşa yekemîn de 307 hezar lître û di beşa duyemîn de 94 hezar û 800 lître mazot li cotkarên gundên girêdayî kantona Girê Spê û li gundewarê navçeya Silûkê belav kir.

Girêdayî mijarê hevserokê Komîteya Aborî û Çandiniyê yê Eyn Îsayê Mihemed Ednan got: “Asta desteka ji cotkarên navçeyê re hatiye pêşkêşkirin gelek kêm e. Ji ber ku pêwîstiya cotkaran bi sotemeniyê heye. Heta niha me nekariye beşa duyemîn li cotkaran belav bikin, ji ber ku sotemenî ji me re nehatiye şandin.”

Gerînendeya Sotemenî ya Rêveberiya Xweser hewl dide sotemeniyê ji tevahiya herêman re peyda bike. Lê di dema niha de Gerînendeya Sotemeniyê gelek zehmetiyan di peydakirina sotemeniyê de dikişîne. Ji ber ku daxwaz li ser wê zêde bûye. Her wiha qutbûna rêya navneteweyî ya M4 gihaştina sahrîcên sotemeniyê zehmet dike.

Ednan bang kir û got: “Divê miqdara sotemeniyê ya pêwîst ji me re bê şandin. Ji ber ku cotkar neçar dimînin sotemeniyê bi bihayên buha bikirin da ku zeviyên xwe av bidin.”

Bihaya her lîtrek mazot li navendên girêdayî Rêveberiya Xweser bi 75 lîreyên Sûriyê ye. Lê di nav sûkan de lîtreya mazotê bi 200 lîreyên Sûriyê ye.

Di dawiyê de Mihemed Ednan got: “Em niha hewl didin didin semad peyda bikin. Da ku bi bihayên guncew li cotkaran belav bikin.”

Li cem Rêveberiya Xweser bihayê tonek semad bi 380 dolaran e, lê li sûkan 430 dolaran derbas dike.

Rûbera zeviyên avî yên girêdayî Komîteya Çandiniyê li El-Hîşa û Eyn Îsayê digihêje 82 hezar û 811 donim. Jê 46 hezar û 611 donim bi rêya jeneratoran têne avdan û 36 hezar û 200 donim li bajarokê El-Hîşa bi rêya kanalên şaxî yên hilmija Til El-Simn têne avadan.

Rûbera zeviyên avî yên Eyn Îsayê li bajarokên El-Alî, Baciliye 43 hezar û 578 donim e.

(şx)

ANHA