Artêşa Tirk rojane navçe û gundên Şêrewayê topbaran dike

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê binpêkirinên xwe yên li dijî şêniyên Efrînê yên li navçeya Şêrawayê ya girêdayî Efrînê didomîn in.

Artêşa Tirk rojane navçe û gundên Şêrewayê topbaran dike
10 sibat, 2020   07:39
EFRÎN – FÎRAS ÎBRAHÎM

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wê êrişên xwe yên li dijî gundên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê ku bi dehhazaran sivîl lê hene didomîn in.

Leşkerên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di 1’ê Sibatê de ji herêmên ku dagirkirine êrişî gundên Aqîbe, Bînê û Keştearê kirin. Bi dehan obus û hawan li van gundan barandin. Di encamê gelek malên welatiyan hilweşiyan û ziyanên mezin gihaştin milkên sivîlan.

Di 3‘yê Sibatê de careke din gundên Soxanekê, Aqîbe, Mezreya Aqîbe, gundên Bînê, Kefernaya û navçeya Ehresê dan ber topan. Bi dehan topên hawanê avêtin van gundan. Di topbarana li ser gundên Aqîbe de sivîlê bi navê Elî Şabo Menle yê 66 sal şehîd bû û ziyan gihaştin milkên sivîlan.

Careke din artêşa Tirk a dagirker gundên Dêr Cemalê topbarankirin, leşkerekî hêzên rejîma Sûriyê jiyana xwe ji dest da û yekî din jî birîndar bû.

Di 6‘ê Sibatê de çeteyên dagirkeriya Tirk sûka gundê Dêr Cemal bi topan kir hedef. Di encamê de ziyanên mezin gihaştin milkên welatiyan.

Êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê ji bo sivîlan bidin koçberkirin û beşên din ji xaka herêmê dagir bikin, êrîşan didomînin.

Girêdayî mijarê Hevserokê Meclisa Navçeya Şêrawa Ehmed Suleyman û şêniyên herêmê ji ajansa me ANHA‘yê re axivîn.

Ehmed Sileyman  bi bîr xist ku ji destpêka meha Sibatê ve artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê hema bêje rojane navçeya Şêrawayê topbaran dikin. Sileyman got: “Dagirker hewl didin bi van êrişan herêmê ji niştecihên wê vala bikin. Êriş, li ser gundên Keştearê heya bigihêje gundê Başmera yê Şêrawaê dewam kir. Dîroka dewleta Tirk, dîrokeke reş e û bi komkujiyan tije ye. Îro jî komkujiyan li ser sivîlên navçeya Şêrewayê pêk tîne. Beriya niha jî li ser sivîlên Til Rifetê yên kantona Şehbayê komkujî pêk anîn û hîn jî binpêkin berdewam in.”

Welatiya bi navê Selwa Hemo binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser sivîlên navçeya Şêrewa û gundên girêdayî wê, şermezar kir.

Selwa got: “Rêxistinên navdewletî û mafnas êrişên hêzên rejîma Sûriyê yên li bajarê Idlibê şermezar dikin. Lê di heman demê de beramberî binpêkirinên li ser sivîlên Efrîn, Şêrewa û Şehbayê bêdeng in.”

Komkujiya dawîn a artêşa Tirk, li navçeya Til Rifetê bû û di encamê 8 jê zarok 10 sivîl bûn qurbanî.

Selwa wiha li axaftina xwe zêde kir: “Çete ji nûqteyên xwe yên li gundê Celberê û Basila yên dagirkirî êriş dikin.”

Selwa di dawiya axaftina xwe de wiha anî ziman: “Divê rêxistinên navdewletî û mafnas hesbên sûcan û binpêkirinên li ser sivîlan, ji dewleta Tirk bixwazin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_Ko9CQ7Gavc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>