Li Reqayê pêngava hişyarkirinê ji madeyên hişbirê

Komîteya Tenduristî ya girêdayî Meclisa Ciwanên Reqa û Gundewarên wê pêngava hişyarkirinê  ya ji xeteriyên madeyên hişbirê da destpêkirin. Pêngav taybet ji bo dibistanên hatiye organîzekirin û 7 rojan berdewam bike.

Li Reqayê pêngava hişyarkirinê ji madeyên hişbirê
Li Reqayê pêngava hişyarkirinê ji madeyên hişbirê
Li Reqayê pêngava hişyarkirinê ji madeyên hişbirê
9 sibat, 2020   14:17
REQA

Komîteya tenduristî ya ku ji bo vê hedefê hatiya avakirin, ji 10 endaman pêk tê û li ser 3 koman dabeş dibe. Komek semîneran li dibistanên Reqa yên seretayî, navîn û amadehî dide. Dema semînerê saetek e. Her wiha di roja yekemîn de semîner li dibistanên Ebî Temam, Rafîqa û Buhturî yên li naverasta bajêr hat dayîn.

Pirsgirêka hişbirê, ji pirsgirêkên mezin ku civaka bi giştî azarên wê dikişînin. Her wiha aliyên pêwendîdar ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin vê bûyer û pirsgirêkê tune bikin û têk bibin. Ji ber zirarên  wê li ser tevahî aliyên tenduristî, civakî û aborî hene.

Hêzên Ewlekariya Hundirîn beriya demekê bi dehan kesên hişbirê dibin û difiroşin girtin û der barê wan de bergiriyên guncaw li gorî qanûna hatin girtin.

(fr)

ANHA