Li Kobanê baxçeyê zarokan û danîngeha ‘Kulîlkên Pêşerojê’ vebû

Desteya Jinan li herêma Firatê bi şahiyekê baxçeyê zarokan û danîngehek bi navê ‘Kulîlkên Pêşerojê’ li bajarê Kobanê, vekir.

Li Kobanê baxçeyê zarokan û danîngeha ‘Kulîlkên Pêşerojê’ vebû
Li Kobanê baxçeyê zarokan û danîngeha ‘Kulîlkên Pêşerojê’ vebû
Li Kobanê baxçeyê zarokan û danîngeha ‘Kulîlkên Pêşerojê’ vebû
Li Kobanê baxçeyê zarokan û danîngeha ‘Kulîlkên Pêşerojê’ vebû
9 sibat, 2020   13:10
KOBANÊ

Endamên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, saziyên sivîl û bi dehan zarok beşdarî şahiya vekirinê bûn.

‘Kulîlkên Pêşerojê’ baxçeyê zarokan û danîngeha (kreş) 6`emîn li bajarê Kobanê ye û ji 8 odeyên ku alavên ji bo zarokan tê de ne û nuqteyeke tenduristiyê pêk tê.

Di şahiya vekirinê de hevseroka Desteya Jinan li herêma Firatê Rozerîn Mihemed vekirina baxçeyê zarokan û danîngehê li beşdaran pîroz kir û wiha got: "Ji bo avakirina sîstema perwerdeyê ji zarokan re û lênêrîna wan, baxçeyê zarokan û danîngeh girîng in."

Her wiha seroka Desteya Jinan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Cîhan Xidro diyar kir ku ji ber êrişa dewleta Tirk a dagirker,  gelên herêmên Bakur û Rojilatê Sûriyê di qonaxeke dijwar re derbas dibin. Lê belê ji bo birêvebirina xwe, projeyên xwe ranawestînin.

Piştre deriyê baxçeyê zarokan û danîngehê hat vekirin û zarokan bi dîlan û stranan kêfxweşiya xwe anî ziman.

Heta niha baxçeyê zarokan û danîngehê 150 zarok pêşwazî kirine ku dê 30 mamosteyên pispor çavdêriya wan bikin û dewam ji saet 7:00`ê sibehê heta saet 4:00`ê êvarê ye.

 (cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/F5Hax1tuR8o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>