Komxebata Brukselê komîteya amadekar a "Kongreya Opozîsyona Demokratîk" ava kir

MSD‘ê di komxebata Brukselê de komîteya amadekar ji 10 endaman hilbijart, erka komîteyê amadekariyên lidarxistina Kongreya Opozîsyona Demokratîk bike.

Komxebata Brukselê komîteya amadekar a "Kongreya Opozîsyona Demokratîk" ava kir
9 sibat, 2020   15:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Komxebata Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ya Brukselê bi daxuyaniyekê bi dawî kir. Di daxuyaniyê mijarên ku di komxebatê de hatin nîqaşkirin û amadekariyên lidarxistina "Kongreya Opozîsyona Demokratîk" hatin diyarkirin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi dirûşmeya ‘Bi hev re ji bo avakirina lihevkirinek sûrî‘ Meclisa Sûriya Demokratîk kongre û komxebatên xwe yên di hundirê Sûriyê de û Ewropayê didomîne. Meclisê di komxebata ku li Brukselê lidar xistiye de, komîteya amadekar a lidarxistina Konreya Opozîsyona Demokratîk ava kir. Armanc ji van kongreyan avakirina kombûneke demokratîk e ku hemû aliyên siyasî û saziyên niştimanî beşdar bin, qutkirina hemû cûre, sembol û hîmên desthilatdar û avakirina dewleteke wekhef, edalet û qanûn.

Ji bo nûnertiyek siyasî ji tevahiya hêzên demokratîk re divê Komîteya Amadekar hemû kes û komên demokrat bike da ku hemûyan ji hev nêz bike û nêrînek hevpar ava bike. Her wiha teqez bike ku projeya demokratîk mijarek neteweyî ye. Ji bo wê jî yekrêzî û yekitî pêwîst e.

Kongreya Opozisyona Demokratîk banga avakirina hêzekê dike ku di çareserkirina siyasî ya pirsgirêka aloziya Sûriyê de bixebite û li hemberî tundrawiyê û bêdengiyê bisekine. Her wiha  rêgeza demokratîk pêş bixîne û wekheviya di navbera herdu zayendan de pêk bîne. Ji ber ku mirovan pîvana hemû nirxan e. Kongre teqezî li ser vê yekê dike ku komên olî û etnîkî di nirxên exlaqî de wekî hev in.  Ji bo avakirina pêşerojeke demokratîk avakirina dewleke heq û qanûnê pêwîst dike.

Beşdaran lihev kirin ku pêwîst Komîteya Amadekar koordînasyonekê ji xwe re hilbijêre da ku rêzikname û makenîzmeyên meşandina kar deyne. Her wiha demek diyar bike ji bo ku erkên xwe bîne cih û belgeyên pêwîst amade bike û xwe bigihîne tevahiya hêz û kesayetên demokratîk. Tevî ku cih, dema lidarxistina kongreyê û kesên ku dê tê de başdar bibin diyar bike.  Dîsa jî  serdan û gerên herêmî û navneteweyî ji bo ku piştgiriyê ji lidarxistina kongreyê re pêk bîne.

Ji mafê Komîteya Amadekar e kesên guncew erkdar bike. Her wiha beşdarên hevdîtina Brukselê lêvegerek ji komîteyê re tên hesibandin.

Di hevdîtinê de 10 endam ji bo Komîteya Amadekar li gorî piraniya dengan hatin hilbijratin. Piştre hejmara endamên Komîteya Amadekar dê bi 7 endamên din ji kongreyên diyaloga Sûrî-Sûrî  temam bibin."

(şx)

ANHA