Pêşangeheke destkariyan li Minbicê hate vekirin

Komîteya Xwendin û Perwerdeyê bi hevkariya Komîteya Çalakiyên Dibistanan li Minbicê şahiyek ji xwendekarên Dibistana Şehîd Ehemd Eqîl Bayrem re bi rêxistin kir. Xwendekaran di şahiyê de pêşangeheke alavên ku bi destan hatine çêkirin, nîşan da.

9 sibat, 2020   12:39
MINBIC

Şahî li dibistaneke taxên rojavayê bajarê Minbicê li dar ket û endamên saziyan, komîteyên girêdayî Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarên Wê û malbatên xwendekaran beşdar bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevseroka dibistanê Mariya El-Ebid axivî û bixêrhatina mêvanan kir. Her wiha endamê Rêveberiya Giştî a Dibistanên Minbicê Hesen El-Abdullah wiha axivî: "Nifşên nû li dibistanê dixwînin û mezin dibin. Dibistan mala wan a duyemîn e û cihê ku her kes tê de perwerde dibe û pêş dikeve da ku xwe bigihîne astên bilind û serkeftî be."

Piştî axaftin bi dawî bûn, xwendekaran stran, şano û helbest pêşkêş kirin. Her wiha xwendekarên bi navên Tesnîm Zenl û Ehmed Hisên helbest xwendin.

Şahî bi vekirina pêşangeke destkariyan bi dawî bû.

(cx)

ANHA