Nezîra Gewriyê: Em ê kêmasiyên Kampa Waşokanî dabîn bikin

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê got dê li ser derbaskirina kêmasiyên Kampa Waşokanî bixebitin û konan zêde bikin.

Nezîra Gewriyê: Em ê kêmasiyên Kampa Waşokanî dabîn bikin
Nezîra Gewriyê: Em ê kêmasiyên Kampa Waşokanî dabîn bikin
Nezîra Gewriyê: Em ê kêmasiyên Kampa Waşokanî dabîn bikin
Nezîra Gewriyê: Em ê kêmasiyên Kampa Waşokanî dabîn bikin
Nezîra Gewriyê: Em ê kêmasiyên Kampa Waşokanî dabîn bikin
Nezîra Gewriyê: Em ê kêmasiyên Kampa Waşokanî dabîn bikin
Nezîra Gewriyê: Em ê kêmasiyên Kampa Waşokanî dabîn bikin
Nezîra Gewriyê: Em ê kêmasiyên Kampa Waşokanî dabîn bikin
9 sibat, 2020   12:28
HESEKÊ

Di çavçoveya şopandina rewşa koçberên ji şêniyên herêmên li ser sînor bi sedema pêkanîna êrişa dewleta Tirk a ku hê jî li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam e, şandeyek ji Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Cizîrê serdana Kampa Waşokanî ya li rojavayê Hesekê kir.

Şande, ji şêwirmenda Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê Dîlber Yûsiv, hevserokên Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê û Talet Yûnis, şêwirmendê kampên herêma Cizîrê Rojhat Elî û cîgirê Desteya Kar û Barên Civakî ya Herêma Cizîrê Mehmûd Giro pêk tê.

Rêveberiya komîteya şopandinê ya kantona Hesekê Macîda Emîn û rêveberê Kampa Waşokanî Xalid Xilo pêşwaziya şandeyê kir.

Şandeyê serdana hin malbatên li kampê kir ku rewşên wan bişopînin, her wiha hevpeyvîn bi wan re pêk anîn da ku daxwaz û pêdiviyên wan binasin. Di heman demê de serdana dibistana li kampê kirin ku rewşa xwendekar û çawaniya pêşkêşkirina xizmetguzarî û alîkariyan ji xwendekaran re bişopîn.

Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê diyar kir ku serdana wan di çarçoveya şopandina rewşên koçber û nasîna daxwaz û pêdiviyên wan de ye. Nezîra Gewriyê wiha got: "Bi awayekî giştî rewşa li kampê aram û baş e. Lê belê hin mijar hene ku divê Rêveberiya Xweser li ser bisekine. Her wiha tevahî dizanin ku Rêveberiya Xweser bi hevkariya Heyva Sor a Kurd ev kamp ava kir da ku pêwîstiyên koçberan pêk bînin."

Nezîra Gewriyê piştrast kir ku hewl didin xebateke zêde bikin ku kêmasiyên li kampê, bi taybet di zivistanê de derbas bikin û wiha domand: "Em hêvî dikin ku bilez vegera koçberan a warên wan çêbe û bang li tevahî rêxistinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku destekê bidin koçberên li kampê."

Nezîra di dawiyê de anî ziman ku dê konan li Kampa Waşokanî zêde bikin da ku hejmara mezin a şêniyan bi taybet ên di navendên bicihkirinê de, bihewîne û wiha lê zêde kir: "Em dizanin ku hejmareke mezin ji xwendekaran bi sedema hebûna koçberan li navendên perwerdeyê ji xwendinê bê par mane."

(fr)  

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/0zxYUBl-m68" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>