Netanyahu amadekariya destpêkirina hemleyeke leşkerî ragihand

Rewşa li Filistînê ber bi şer ve diçe. Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu amadekariya hemleyeke leşkerî li dijî Xezayê ragihand û di heman demê de komên Filistînê banga bilindbûna şer li dijî Îsraîlê kir.

Netanyahu amadekariya destpêkirina hemleyeke leşkerî ragihand
9 sibat, 2020   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Serwokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu îro di civîna danişîna hikumetê de ragihand ku destpêkirina hemleya leşkerî ya mezin li dijî Xezayê amade ye.

Berdevkê tevgera Hemasê Fewzî Berhom jî got: "Ragihandina Netanyahu ya destpêkirina nexşekirina nû li gorî ‘Peymana Sedsalê’, berdewama dijminatiya Amerîka û Îsraîlê ye.” û bang li gelê Filistînê kir ku berxwedana xwe bilind bikin.

Abdulletîf El-Qanûî jî wiha got: "Berteka pratîkî ya li ser ragihandina Netanyahu li ser destpêkirina nexşekirina nû li gorî ‘Peymana Sedsalê’, bi her awayî bilindbûna berxwedanê li dijî dagirkerî û vekişîna ji Peymana Osloyê ye."

Nûçegihanê ajansa me ANHA’yê yê li Xezayê li ser zimanê çavdêrekî berê ragihandibû ku komên Filistînê biryar da ku li dijî artêşa Îsraîlê şerekî giran ragihînin da ku fişarê li navbeynkar û hikumeta Îsraîlê der heqê lihevkirinên agirbestê bi rêya siyaseta avêtina moşekan de bikin.

Her wiha diyar kir ku rojane moşek ber bi bajar û nuqteyên leşkerî yên Îsraîlê ve tên avêtin. Her wiha heta ku rewş xwe bigihîne şerê nû bi artêşa Îsraîlê jî amadekarî hene.

Ev pêşdeçûn li ser ragihandina serokê Amerîkayê Donald Trump a ‘Peymana Sedsalê’ pêk hatin ku li hember bertekên herêmî û navdewletî çêbûn.

(fr)