Rûsya bombebaran dike, Tirkiye hêza xwe xurt dike… gelo her du alî li ser çi li hev nakin?

Piştî têkçûna hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê ku hewl dan rageşî û şer kêm bikin, şer dijwartir bû. Piştî hevdîtinan, êrişên balafirên Rûsyayê zêdetir bûn û dewleta Tirk jî çend karwanên din ên leşkerî derbasî Sûriyê kirin. Gelo ev pêşketin ber bi ku ve diçin?

Rûsya bombebaran dike, Tirkiye hêza xwe xurt dike… gelo her du alî li ser çi li hev nakin?
9 sibat, 2020   12:04
NAVENDA NÛÇEYAN

Şeva din hevdîtinên Rûsya û Tirkiyê yên der barê Idlibê de li Enqereyê bi dawî bûn. Wezareta Karên Derve ya Tirkiyê ragihand ku li ser dewamkirina hevdîtinan di hefteya pêş de li hev kirine. Ev yek jî diyar dike ku hevdîtin negihîştina tu encaman.

Ev hevdîtin piştî rageşiyeke mezin li herêmên ku li gorî nêrîna Rûsya û Tirkiyê bi navê “herêmên kêm rageşî” tên bi navkirin, pêk hatin. Hêzên rejîmê gelek herêmên ku di nava wan de bajarê Maret El-Nûman û Seraqib ên stratejîk hene, bi dest xistin.

Di êirşên li ser Seraqibê de, stresa di navbera hêzên rejîmê û Tirkiyê de zêde bû. Hêzên rejîmê gelek leşkerên Tirk kuştin. Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan jî wek bersivdayîna wê yekê gelek nuqteyên hêzên rejîmê bombebaran kirin.

Nelihevkirinên di navbera rejîm û Rûsyayê de ji aliyekî ve û dewleta Tirk ji aliyekî din ve, li ser şîrovekirina peymanên Soçî û Astanayê bûn. Rûsyayê dewleta Tirk bi taloqkirina pêkanîna peymanan û bikaranîna hêzê tawanbar kir.

Dewleta Tirk jî îdia kirk u Rûsya û rejîma Sûriyê bi êrişên dawîn peyman binpê kirin. Erdogan jî got tiştekî bi navê peymanên Soçî û Astanayê nemaye.

Çavdêr dibînin ku Tirkiye hewl dide nuqteyên xwe yên çavdêriyê li derdora rêyên navneteweyî (M4 û M5) biparêze, ji bo vê yekê jî divê hêzên rejîmê ji bajarokê Seraqibê vekişin. Her wiha rêyên navdewletî ku ji Rûsya û rejîmê re girîng in û ji wan re serkeftineke siyasî, leşkerî û aborî ye.

Pêşketinên dawîn diyar kir ku helwesta dewleta Tirk li hemberî Rûsyayê lawaz bûye. Vebijêrkên Tirkiyê jî kêm in û diyar bûne. Her wiha Tirkiyê xwest mijara penaberan û metirsiya Ewropayê di wê derbarê de bi kar bîne.

TÊKÇÛNA HEVDÎTINANAN ŞER GURTIR DIKE

Piştî hevdîtinê, li herêmê agir gur bû. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) dewamkirina bombebarana li ser gelek herêman li gundewarên Helebê şopand.

Balafirên şer ên Rûsyayê piştî nîvê şevên şemî, yekşem û sibeha îro bi dijwarî Komeleya El-Rehal, Kefer Noran, tixûbên Kefer Naha, derdorê Orm El-Kubra û El-Mensûra yên gundewarên rojava û başûrê rojavayê Helebê bombebaran kirin.

Her wiha çavkaniyan ragihand ku karwanekî nû yê Tirkiyê ku ji tank, erebeyên leşkerî û cebilxaneyê pêk tê, îro derbasî Idlibê bû.

(cx)

ANHA