Li ser rêya Girkê Legê û Dêrikê di hefteyekê de 11 qeza çêbûn

Li ser rêya giştî ya di navbera navçeya Girkê Legê û navenda herêma Dêrikê de, di hefteyekê de 11 qezayên trafîkê pêk hatin û jê jî 7 qeza di heman rojê de çêbûn. Rêveberiya Trafîkê ajokar hişyar kirin ku bi lez neçin û li gorî tablo û îşaretên trafîkê tev bigerin.

Li ser rêya Girkê Legê û Dêrikê di hefteyekê de 11 qeza çêbûn
Li ser rêya Girkê Legê û Dêrikê di hefteyekê de 11 qeza çêbûn
Li ser rêya Girkê Legê û Dêrikê di hefteyekê de 11 qeza çêbûn
Li ser rêya Girkê Legê û Dêrikê di hefteyekê de 11 qeza çêbûn
9 sibat, 2020   10:10
QAMIŞLO

Rêzeqezayên trafîkê yên di hefteyekê de li ser rêya giştî ya di navbera Girkê Legê û Dêrikê de bûn sedem ku 3 kes jiyana xwe ji dest bidin û gelek kes jî birîndar bibin.

2 qeza li nêzî gundê Girziyarat Abasa yê di navbera Girkê Legê û Dêrikê de pêk hatin, ew herêm bû şahida gelek qezayên trafîkê û qurbaniyan. Her wiha di encama qezayên trafîkê de 2 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Li aliyekî din jî îro bi sedema qeşayê 7 qezayên trafîkê çêbûn û di encamê de şêniyekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî Navenda Trafîkê ya navçeya Girkê Legê, li ser rêya Girkê Legê û Dêrikê ji destpêka meha Sibatê ve 11 qezayên trafîkê çêbûn, jê jî 7 di heman rojê de pêk hatin.

Navenda Trafîkê bi bîr xist ku sedema sereke ya bûyerên qezayên trafîkê di van demên dawîn de, lezbûna zêde û netevgerîna li gorî tablo û îşaretên trafîkê yên li ser keviyên rê ye û ji wê jî zêdetir çêbûna qeşayê û mijê ye.

Navenda Trafîkê ya Girkê Legê bang li tevahî ajokaran kir ku hişyar bin û zêde bi lez neçin, bi taybet di vê demên sibehê û saetên êvarê de ku qeşa li ser rêyan çêdibe.

(fr)

ANHA