ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07 -02-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 07 -02-2020
7 sibat, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Partiya Aştiya Demokratîk konferansa xwe ya 4‘an li Hola Zana ya bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 10:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Dermanfiroşan a Qamişlo konferansa xwe ya 3‘yemîn li Hola Desteya Parastina ya bajarê Qamişlo lidar dixe, saet 10:30‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Yekitiya Hêzên Kurdî ya Rojava têkildarî xîtab û yekrêziya Kurdî de semînerekê li Navenda Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo organîze dike, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Meclisa bajarokê Hilwa ya girêdayî navçeya Tirbespiyê têkildarî salvegera komploya navadewletî ya 15‘ê Sibatê ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan civînekê lidar dixe, saet 14:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên Rojava yên ku xizmên wan di girtîgehên Tirkiyê de ne gotin: “Em bi rêgeza Ocalan û projeya neteweya demokratîk ve girêdayî ne. Em soz didin ku em ê têkoşînê berdewam bikin heta ku Ocalan azad bibe û di nava pêkhateyan de aştî pêk were.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-"Jêdera quta malbat min veguherandin bargehek leşkerî. Tevahiya milkên min diraktor, motor, çiwalên genin heta derî û pencereyên mala min talan kirin." Bi van gotinan Mihemed Hemê binpêkirin, talan û diziya çeteyan vegot. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê tecîrda giran a ku dewleta Tirk a dagirker li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz kiriye şermezar kirin û gotin: “Felsefeya demokratîk a Ocalan ne li gorî berjewendiyên dewletên zordar e. Lewma tecrîdê ferz dikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Koçberek ji bajarê Idlibê got: “Tirkiyê bajar firote rejîmê Sûriyê. Yên ku li Idlibê mane li derfetekê digerin da ku ji ber binpêkirinên çeteyan û êrişên hawayî xwe bighînin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê kehrebeya Til Temirê û gundewarê wê kirin hedefa êrîşan û ji bo vê yekê ev du roje kehrebe qut bûye. Şêniyên navçeyê gotin: “Dewleta Tirk dixwazê bi van kiryaran gel ji herêmê derbixe, lê bi sernakeve.” Rêveberiya kehrebê jî cihê bûyerê keşif kir û got: “Encama avetina du obûsan xetên kahrebê qût bûne û ziyan dîtine ku wê hewil bidin sibe çareser bikin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Serokê buroya Partiya Pêşeroja Sûriya yê  Idlibê Tirkî Dadoa got: “Dewleta Tirk û hevalbendên xwe sedema azara gelê Idlibê ne. Tirkiye bi îdeayên ku parastina mirovahiyê dike, piştgiriya çeteyên wekî Heyet Tehrîr El- Şam ên ku girêdayî El- Qaîdê ne dike û êrişî gelên Sûriyê dike.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Rûspiyê eşîra Raşid Mihemd Reşîd Abdullah diyar kir, civînê ku ji derve ji bo çareseriya aloziya Sûriyê lidar dikevin tenê xizmeta berjewendiyên wan hêzan dikin û got: “Çareseriya aloziya Sûriyê di diyalogên Sûrî-Sûrî de ye.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

CÎHAN

-Daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan ên li dijî Îsraîlê rewşa têkiliyên Îsraîl- Tirkiyê derdixe pêş. Erdogan di ragihandinê de daxuyaniyan li dijî Îsraîlê dide, lê li pişr perdeyan têkiliyên aborî û leşkerî pê re çêdike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Helîme Osman mînaka jina berxwedêr e. 25 rojan di şerên Kobaê de li hember çeteyên DAIŞ`ê de li ber xwe daye. Bi rêgezên parastinê bawer dike û dibêje: "Rewş îro cuda ye, derfetek dîrokî ketiye destê me da ku em xewna xwe pêk bînin. Divê hember êrişan çekê rakin.” (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Şêwekar Ebas Aşûr ji bajarê Reqayê ye û di tabloyên xwe de êş û azara gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dide nişan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Ji destpêka pêvajoya 4’emîn Mihrîcana Mîtan a Şanoyê kar û xebat berdewam bûn. Ji  ber vê yekê mihrîcan serkeftî derbas bû. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

-Li Reqayê sewalkarên bejahiya Reqayê buroya Sewalkariyê rexne kirin ku  êm û derman ji pezên wan re dabîn nakin. Cîgirê hevserokê Komîteya Çandiyê û serpereştê Buroya Sewalkariyê Munzur Salih diyar kir ku ji bo pêşxistina sewalkariya Reqayê, ew  navenda elafan û navenda lêkolînên zanistî vekin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Par bi armanca berfirehkirina rûbera keskahiyê û xemilandina bajarê Reqayê, Dayîreya Baxçan a girêdayî Şaredariya Gel a Reqayê 100 hezar şitlên daran çandibûn. Îsal di biharê de wê ew dar li Reqayê û gundewarê wê werin çandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Trajediya koçberiyê vîn û israra koçberên ji Efrînê kêm nekir. Hesinkar Mûsa Seydo yê ji Efrînê, alavên biçûk çêdike û pêdiviyên rojane yên koçberên ji Efrînê dabîn dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA