Erdogan, bi doza Filistînê bazirganiyê dike

Daxuyaniyên serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan ên li dijî Îsraîlê rewşa têkiliyên Îsraîl- Tirkiyê derdixe pêş. Erdogan di ragihandinê de daxuyaniyan li dijî Îsraîlê dide, lê li pişr perdeyan têkiliyên aborî û leşkerî pê re çêdike.

Erdogan, bi doza Filistînê bazirganiyê dike
7 sibat, 2020   05:35
XEZA-UMER MUSA

Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan dibêje: Israîl dewletek terorîst e! Lê ala wê li Enqerê difire. Li dijî Israîl ê daxuyaniyan dide, lê têkiliyên xwe yên aborî jê  qut nake. Gelo ev çi ye? Bi van gotinan perlamenterê CHP`ê bersîva daxuyaniyên Erdogan ên li dijî Israîlê da. Li gorî kolana filistînî ev gotin dibe ku rastiyia helwestên Erdogan ên Mêrantî li dijî Israîlê şîrove dike.

Di dema ku Erdogan daxuyaniyan li dijî Israîlê dide û piştgiriya doza Filistînê dike, têkiliyên xwe yên aborî û leşkerî yên ku di bingehê de bi Israîlê re şax dane, xurt dike.

Şopdarên rewşa herêmê, daxuyaniyên Erdogan bi taybet ên piştî ragihandina rêveberiya Amerîkayê deteyên Peymana Serdemê-Plana Aştiyê ya Amerîkayê,  dibînin ku ew berdewama siyaseta Erdogan ji bo ku desteka gelên Ereb û Islamî werbigire. Lê ev lîstok ji piraniya van gelan re eşkere bûye. Di dirêjahiya salên ku Erdogan û partiya wî AKP`ê desthilata Tirkiyê bi rêve dibin de, ji gelê Filistînê re ji bilî qêrînê tiştek pêşkêş nekiriye. Berovajî wê ji Israîlê re çek û aborî pêşkêş kir.

VEGEREK DÎROKÎ: TIRKIYE YEKEMÎN DEWLETA ISLAMIYE KU HEBÛNA ISRAÎLÊ ÎTÎRAF DIKE

Rastiyên li ser erdê nerastiya van daxuyaniyan eşkere dikin, çavdêr wisa bersîva pirsa: Dûrî axaftinê gelo Erdogan tu destekek rastîn ji doza Filistînê re pêşkêş kiriye? Didin.

Ger em vegerin dîrokê Tirkiye dewleta islamî ya yekemîn ku  hebûna dewleta Israîlê pejirandiye. Têkiliyên Tirkiyê-Israîlê di sala 1949`an de yanî piştî salekê ji damezrandina Israîlê destpê kirin.

Piştre bi lez lihevkirinên hevpar ên dualî di navbera Tirkiyê û Israîlê de destpê kirin. Jê yên herî girîng lihevkirina di sala 1996`an de di navbera hikumeta Tirkiyê û Tel Aviv de bû.  Ew lihevkirinek stratejîk bû. Ji ber ku bingeha danûstandina leşkerî û istixbaratî di navbera her du aliyan de danî.

Ev têkilî her ku çû pêşket heya ku  di sala 2002’an de AKP bû desthilatdarê Tirkiyê.  Lê berovajî daxuyaniyên partiyê, partiyê hewl da lihevkirinên emnî û leşkerî yên berê bi Israîlê re xurt bike.

BAZIRGANIYA DI NAVBERA TIRKIYÊ Û ISRAÎKÊ DE 4 MILYAR DOLAR DERBAS DIKE

Çawa Erdogan têkiliyên leşkerî xurt kirin, her wiha têkiliyên aborî jî bi Israîlê re xurt kirin. Li gorî raporên ku di demên berê de çapemeniya Israîlê belav kiribûn, asta bazirganiya bi Tirkiyê re di dawiya 2017`an de asta 4 milyar dolar derbas kiriye. Bi vê yekê Tirkiye di nav dewletên islamî de ya herî zêde bazirganî bi Israîlê re kiriye.

Texmînên Israîlê îşaret pê dikin ku asta bazirganiya derve bi Tirkiyê re di serdema Erdogan de bi rêjeya ji sedî 14 zêde bûye.

Li ser astek din ji têkiliyan, dazgehên çapemeniyê yên Israîlê bibîr dixin ku Tirkiyê ji mezintirîn dewletên cîhanê yên ku rêwiyên israîlê vediguhêze.

Van dazgehan ragihand ku di dawiya 2018`an de toreyên hawayê yên Tirkiyê lihevkirinek bi mezintirîn bankên Israîlê  Hapoalim  re mohr kir. Ji bo ku kertên erzan bi navê Isracard ji bo rêwîtiyên Tirkiyê-Israîlê û Israîl-Tirkiyê derxîne.

ERDOGAN BI ZÊDEKIRINA ASTA BAZIRGANIYA BI ISRAÎLÊ RE BERSÎVA RAGIHANDINA QUDSÊ DA!

Erdogan di daxuyaniyek xwe de diqîre û wiha bersîva ragihandina Peymana Serdemê ya Amerîkayê dide: Israîl dewletek terorîst e. Quds ji bo me xetek sor e. Em ferz bikin ku Erdogan dixwaze bi vê daxuyaniyê hestên gelên Ereb û Islamî geş bike. Di vir divê em pirsek rewa pirs bikin: Gelo çawa Erdogan dê bersîva Peymana Serdemê bide? Gelo ew ê têkiliyên xwe pê re qut bike yan jî ew ê asta bazirganiya xwe ya aborî zêde bike? Mîna ku kiriye,  piştî veguhestina seferetxaneya Amerîkayê ji Qudsê re û ragihandina serokê Amerîkayê ku Quds paytexta Israîlê ye sala 2017`an.

Ger em vegerin wê demê, yanî piştî biryara veguhestina seferetxaneya Amerîkayê ji Qudsê re û ragihandina Amerîkayê ku Quds paytexta Israîlê ye. Enqere bi tundî nerazîbûna xwe nîşan da. Ev helwest di daxuyaniyên Erdogan yên tund de li dijî Israîlê de derketin. Dazgehên çapemeniyê yên Israîlê ji çavkaniyên fermî re ragihandin ku rêjeya  bazirganiya Tirkiyê ber bi Israîlê ve bi rêjeya ji sedî 3 û 1 li gorî bazirganiya Israîlê ber bi Tikriyê ve zêde bûye. Bi rêjeya ji sedî 2 di asta bazirganiyê di navbera her duyan de zêde bûye.

Di sala 2018`an de seferetxaneya Amerîkayê ji Qudsê re hate veguhestin. Piştre xwepêşendanên mezin li Filistînê çêbûn. Di wan xwepêşendanan de 60 xwepêşendarên filistînî di rojekê de hatin kuştin. Erdogan ji nû ve daxuyanî li dijî Israîlê da. Lê bûyera bi şok rû daye ew bû ku dema muxelefeta Tirkiyê xwest têkiliyên bazirganî bi Israîlê re bên qutkirin, ew pêşniyar di perlamantoya Tirkiyê de ji hêla perlamenterên AKP û tevgera netewî ve hate redkirin. Her wiha wezîrê derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawîşoglu wê demê  kesên ew pêşniyar dane bi keysperestan wesifandin.

GIRÊDAYÎ PEREYÊN ISRAÎLÊ YÊN KU HERTIM ERDOGAN BÊHUS DIKIN

Mirov dikare bêje ku bûyera mezin a ku rastî têkiliyên Tirkiyê-Israîlê hatiye, di sala 2010`an de bû. Dema artêşa Israîlê êrişî keştiya Marara ya Tirkiyê kir, li ser wê keştiyiê çalakvanên Tirk û hinek din hebûn. Ew çalakvan diçûn deryaya Xezayê ji bo ku dorpêça Israîlê bişkînin. Di encama wê êrişê de 10 çalakvanên Tirk bûn qurban. Ji ber vê bûyerê kolana Tirkiyê bi hêrs bû û xwest têkiliyên xwe bi Îsraîlê re qut bike.

Tevî wê jî, ew bûyer bandor li têkiliyên bazirganî yên di navbera her du welatan de nekir. Li gorî raporek israîlî ku bandorên aborî piştî bûyerê şopandiye, veguhestina bazirganî di navbera her duyan de zêde bû.

Piştre têkilî zêde dibe, di 2016`an de hikumeta Tirkiyê lihevkirinek bi Israîlê re mohr kir. Israîl qurbaniyên wê bûyerê bi 20 milyon dolar dabîn kir. Mîna her car Erdogan daxuyaniyan li dijî Israîlê da. Li gorî çavdêrên siyasî, Erdogan hema sînaryoya ku piştî veguhestina seferetxaneya Amerîkayê ji Qudsê re dengê wî di rûyê Israîlê de bilind bû. Lê Israîlê pere nîşanî wî da û ew bêdeng kir.

KOLANA FILISTÎNÊ ÇAWA NÊZÎ  DAXUYANIYÊN ERDOGAN DIBE

Beşek mezin ji gelê Filistînê ketiye ferqê ku daxuyaniyên Erdogan asta fetaşeyên çapemeniyê derbas nakin. Tirkiye bi serkêşiya Erdogan û partiya wî hewl dide hertim destê wan di doza Filistînê hebe. Ji bo ku doza Filistînê li ser asta siyasî bikar bîne da ku armancên xwe yên cuda pêk bîne. Tirkiye doza Filistînê wek deriyekê ji bo ku têkiliyên xwe bi Israîlê re xurt bike, bikar tîne. Dibe ku Tirkiye alîkariyên xwarin an jî tenduristî ji Xezayê re bişîne, lê li ser asta leşkerî û aborî bi Israîlê re hevkar e.

Li gorî piraniya gelê Filistînê ne pêkane ku ji daxuyaniyên Erdogan ên ku li paş wê têkiliyên xwe yên xurt bi dijminê gelê Filistînê re vedişêre, bawer bike.

Li ser astek din, Tirkiye dewletek NATO`yê ye. NATO li ser asta leşkerî û teknîkî desteka Israîlê dike. Hewl dide hebûna wê xurt bike. Li gorî şîrovekarên siyasî rola Tirkiyê di vê planê de heye û rola xwe bi awayekî rêûpêk pêk tîne.

(şx)

ANHA