Serçeteyê El-Qaîde yê Yemenê hat kuştin

Serçeteyê El-Qaîde Qasim El-Rîmî di encama operasyoneke leşkerî ya hêzên Amerîkayê de li Yemenê hat kuştin.

Serçeteyê El-Qaîde yê Yemenê hat kuştin
7 sibat, 2020   06:50
NAVENDA- NÛÇEYAN

Serokê Amerîkayê Donald Trump duh ragihand ku serçeteyê El-Qaîde li Girava Ereban di encama operasyona leşkeri ya hêzên Amerîkayê li Yemenê de, hat kuştin.

Trump bi daxuyaniyekê ku ajansa Reutersê belav kiriye, wiha got: "Rêxistina El-Qaîde li Girava Ereban bi serkêşiya El-Rîmî tundiyeke zêde li dijî sivîlên Yemenê meşand û hewl da gelek êrişan li dijî DYA’yê û hêzên me pêk bîne."

Qasim El-Rîmî di Hezîrana 1978’an de li Yemenê ji dayik bûye, di sala 2015’an de tev li El-Qaîdeyê bû. Her wiha derbasî Afganistanê bû û li wir fermandariya taybet di nava çeteyên El-Qaîdeyê de kir.

El-Rîmî serkêşiya çeteyên El-Qaîdeyê li Girava Ereban piştî El-Wihêşî kir. El-Wihêşî li Mekla ya li rojhilatê Yemenê hatibû kuştin.

(fr)