MSD ji bo çareseriya aştiyane kongreyekê li dar dixe

Meclisa Sûriya Demokratîk tekez kir ku dê kongreyeke nîştimanî ya hêzên opozîsyonê yên beşdarî Kongreya Qahîreyê bûne, li dar bixin û diyar kir ku li dijî xetereya dewleta Tirk, MSD kedên siyasî û dîplomatîk ên hêja dide.

MSD ji bo çareseriya aştiyane kongreyekê li dar dixe
MSD ji bo çareseriya aştiyane kongreyekê li dar dixe
MSD ji bo çareseriya aştiyane kongreyekê li dar dixe
MSD ji bo çareseriya aştiyane kongreyekê li dar dixe
6 sibat, 2020   13:51
QAMIŞLO

Buroya Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji şêniyên herêman re li Hola Nadî Siyahî ya bakurê navçeya Tirbespiyê civîneke berfireh li dar xist. Di civînê de partiyên siyasî, serokeşîr û kesên serbixwe beşdar bûn.

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer û cîgirê buroya rêveberiyê Hikmet Hebîb civîn bi rê ve bir.

Emîne Omer diyar kir ku bi armanca dîtina çareseriyeke aştiyane ji aloziya Sûriyê re û li dijî gefên Tirkiyê û dagirkirina erdên Sûriyê dê MSD kongreyeke nîştimanî ya hêzên opozîsyonê li dar bixe.

Emîne Omer eşkere kir ku piştî MSD’ê 5 werşeyên kar li dewletên Yekitiya Ewropayê pêk anîn, dê di 9`ê Sibatê de werşeyeke kar a giştî ji bo hêzên opozîsyonê li Bruksêlê li dar bixe. Her wiha destnîşan kir ku dê MSD di demên pêş de beşdarî Kongreya Qahîreyê bibe û tekez kir ku kongre dê ji bo MSD’ê deriyê têketina desteya muzakereyê be û dê kongre bi sponseriya Misirê be û dê rastî piştgiriyeke herêmî û navdewletî were.

Emîne wiha axivî: "Opozîsyon dê beşdarî Kongreya Qahîreyê nebe. Dewletên Ereban êdî xetereya dewleta Tirk ne tenê li Sûriyê, li ser hemû dewletên Ereban dibînin. Her wiha Îran û Tirkiye bi rêya destwerdana wan di kar û barên dewletan de, sedemên hemû aloziyên li herêmê ne."

DÊ GUHERTINÊN HUNDIRÎN LI TIRKIYÊ PÊK BÊN

Hevseroka MSD`ê Emîne Omer di dewama axaftina xwe de sedemên aloziyên dewleta Tirk destnîşan kirin û wiha got: "Dewleta Tirk ji ber destwerdana di kar û barên dewletên cîran de, aloziyên siyasî li herêmê, dûçarî aloziya hundirîn dibe. Dê gelê Tirkiyê li hemberî siyasetên hikumeta Tirkiyê destgirêdayî nemîne û di demên pêş de li Tirkiyê dê guhertinên hundirîn pêk bên."

Emîne Omer di dawiya axaftina xwe de tekezî bi girîngiya çareserkirina aloziya Sûriyê kir û wiha got: "Wek Meclisa Sûriya Demokratîk ji bo dîtina çareseriyeke aştiyane ji aloziya Sûriyê re, em karekî cidî dimeşînin. Em hevdîtinan bi rejîmê û hin hêzên opizsyonê re dikin û heta dawiyê em piştgiriya çareseriya aşîtyane dikin. Em dixwazin bi rêya hevdîtinên xwe li hundir û derve vê yekê pêk bînin."

SEROKÊN EŞÎRAN SPASIYA FERMANDARIYA QSD`Ê KIR

Di civînê de serokên eşîrên herêmê spasiya fermandariya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kir ku li herêmên Bakur û Rojihilatê Sûriyê rê li pêşiya koçberên ji Heleb û Idlibê vekir. Her wiha îşaret bi ruhê nîştimanî yê QSD`ê kir û got ev gav ji bo rêgiritna li pêşiya dewleta Tirk a bikaranîna koçberên Sûriyê pir girîng e.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/q7FMRGfb9L8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>