Ji bo koçberên ji Idlibê amadekariya vekirina kampekê tê kirin

Rêveberiya Sivîl a Demorkatîk a Minbicê amadekariyên vekirina kampekê ji bo koçberên ji Idlibê dike.

Ji bo koçberên ji Idlibê amadekariya vekirina kampekê tê kirin
Ji bo koçberên ji Idlibê amadekariya vekirina kampekê tê kirin
Ji bo koçberên ji Idlibê amadekariya vekirina kampekê tê kirin
Ji bo koçberên ji Idlibê amadekariya vekirina kampekê tê kirin
Ji bo koçberên ji Idlibê amadekariya vekirina kampekê tê kirin
Ji bo koçberên ji Idlibê amadekariya vekirina kampekê tê kirin
Ji bo koçberên ji Idlibê amadekariya vekirina kampekê tê kirin
Ji bo koçberên ji Idlibê amadekariya vekirina kampekê tê kirin
6 sibat, 2020   13:55
MINBIC- SELWA EBDULREHMAN

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbic û Gundewarê Wê ji bo koçberên ji Idlibê yên ku xwe li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine, amadekariyên vekirina kampekê dike.

Kamp dê li gundê Cedîdet El-Humer ê 26 km dikeve başûrê rojavayê Minbicê were vekirin. Li gorî rêveberiyê kamp dê 10 hektar be û wek gava destpêkê dê 300 kon lê werin vedan.

Di encamê şerên giran ê di navbera rejîma Sûriyê û komên çete yên girêdayî dewleta Tirk de zêdetirî 220 malbatên idlibî di deriyê Ewn Dadatê yê başûrê bajarê Minbicê re xwe li herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê girtine.

Girêdayî mijarê hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku hejmarek mezin a malbatên idlibî xwe spart deverên ewle, ji ber vê yekê rêveberiya Minbicê li ser banga Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê amadekariyên avakirina kampekê li gundê Cedîdet El-Huner dike.

Mihemed Xêr Şêxo diyar kir ku hejmareke malbatên koçber ên hatine Minbicê, di kampa Şerqî ya koçberan de hatine bicihkirin heta kampa nû were amadekirin.  Şêxo anî ziman ku deriyê Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê ji şêniyên Idlibê re vekirî ye û got rêveberî amade ye pêwîstiyên koçberan bi cih bîne.

Serokê Buroya Kar û Barên Koçber û Penaberan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Şêxmûs Ehmed  jî banga alîkariyê ji bo koçberan li aliyên têkildar kir. Şêxmûs Ehmed diyar kir ku hejmara koçberên ji Idlibê zêde dibe.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/s84eCsiHtSY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>