Rûsya: Xebata me bi Rêveberiya Xweser re ji bo wergitina welatiyên me didome

Anna Kuznetsova got Rûsya dê xebatên xwe yên hevpar ên bi Rêveberiya Xweser re bidomîne da ku hemû welatiyên Rûsyayê yên ji malbatên DAIŞ‘ê ku di kampên Rêveberiya Xweser de ne, derxin.

Rûsya: Xebata me bi Rêveberiya Xweser re ji bo wergitina welatiyên me didome
Rûsya: Xebata me bi Rêveberiya Xweser re ji bo wergitina welatiyên me didome
6 sibat, 2020   13:50
QAMIŞLO

Komsera Mafên Zarokan a Rûsyayê Anna Kuznetsova di civîneke çapemeniyê de ku li Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo wergirtina 35 zarokên DAIŞ‘ê hatibû lidarxistin, axivî.

Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Umer, berdevka YPJ‘ê Nesrîn Abdullah û cîgirên seroka Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Qafûz û Derya Remedan di civîne de amade bûn.

Anna Kuznetsova piştî ku zarok wergirtin, bi navê welatê xwe spasiya Rêveberiya Xweser kir, ji ber ku di dosyaya zarokên çeteyên DAIŞ‘ê de ji Rûsyayê re dibe hevkar. Anna Kuznetsova diyar kir ku ew xebatên xwe yên hevpar bi Rêveberiya Xweser re berdewam dikin da ku hemû welatiyên Rûsyayê yên di nava DAIŞ‘ê û kampên Rêveberiya Xweser de vegerînin.

Anna Kuznetsova destnîşan kir ku beriya niha jî wan hemû zarokên bi eslê xwe ji Rûsyayê ji Iraqê derxistin û niha hewl didin hemû zarokên rûsî ji herêmên Rêveberiya Xweser derxin û wan vegerînin Rûsyayê û got: "Ne tenê zarokên ji Rûsyayê, di heman demê de hemû zarokên di kampan de."

Anna Kuznetsova her wiha xuya kir ku wan nîqaşên berfireh bi Rêveberiya Xweser re pêk anîn da ku zarokên malbatên DAIŞ‘ê derxin.

Rûsyayê îro beşa yekem a zarokên rûsî ku hejmara wan 35 bû, bi awayekî fermî ji Rêveberiya Xweser wergirtin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha 208 zarok û 170 jin ên ji welatên biyanî bi awayekî fermî radest kirin.

ANHA