Free Burma Rangers kadroyên tenduristiyê yên Eyn Îsayê xelat kirin

Tîmê rêxistina ‘Free Burma Rangers’ kadroyên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a navçeya Eyn Îsayê ji ber karên ku di alîkariyan birîndarên êrişa dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de kirine û rizgarkirina jiyana bi hezaran mirovan, xelat kirin.

Free Burma Rangers kadroyên tenduristiyê yên Eyn Îsayê xelat kirin
6 sibat, 2020   12:48
EYN ÎSA

Rêxistina Free Burma Rangers ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar dike, kadroyên tenduristiyê yên Nexweşxaneya Şehîd Omer Elûş a navçeya Eyn Îsayê, bi bawername, diyarî û madalyonan xelat kirin. Xelatkirin ji ber kedên wan ên beriya 3 mehan di dema êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmê de pêk hat.

Tîma Free Burma ji 30 endaman pêk tê. Yek ji endamên tîmê Sara tevî malbata xwe hat herêmê da ku alîkariyên tenduristiyê bide şêniyên herêmê. Sara spasiya tîma tenduristiyê ya Eyn Îsayê ji ber kedên wan ên di mercên zehmet ên herêmê de dane, kir.

Di heman derbarê de, Carny Bank wiha got: "Zarokên herêmê di şerê Tirkiyê de tên kuştin. Em li vir in da ku alîkariya wan bikin."

Her wiha diyar kir ku dê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bigerin û careke din vegerin û heta demeke dirêj li navçeyê bimînin, ji ber ku bi awayekî domdar rastî êrişên Tirkiyê tê.

Rêveberê tîmê David Bank jî piştgiriya kadroyên tenduristiyê yên Eyn Îsayê kir da ku karê xwe li herêmê dewam bikin, ji ber ku tekane nuqteya tenduristiyê li herêmê ye. David Bank kedên xebatkarên nexweşxaneyê pîroz kir û amadebûna xwe ya jib o pêşkêşkirina alîkariyê nîşan da.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku beriya serdana navçeya Eyn Îsayê bike, tîma Free Burma Rangers serdana navendên tenduristiyê yên Reqayê kiribû. Tê payîn ku îro tîm berê xwe bide Minbicê û 5 rojan li wir bimîne da ku careke din vegere Eyn Îsayê.

(cx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/J-rKATVIYeY" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>