Gelo Seraqib dê bibe xaleke guhartinê di aloziya Sûriyê de?

Li bajarokê Seraqib ê stratejîk di navbera hêzên rejîmê û çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker de şerekî giran pêk tê. Vê yekê bi xwe re nakokiya di navbera Rûsya û Tirkiyê de jî zêde kir û hişt ku Washington jî destwerdanê bike. Pirsa ku xwe dide der; gelo dê Seraqib bibe xaleke guhartinê di aloziya Sûriyê de?

Gelo Seraqib dê bibe xaleke guhartinê di aloziya Sûriyê de?
6 sibat, 2020   11:05
NAVENDA NÛÇEYAN

Piştî ku rejîma Sûriyê bajarê Meret El-Nûman ê bejahiya Idlibê xist bin serweriya xwe û bi nêzîkbûna şer li ber deriyên bajaroka Seraqib, di navbera Rûsya û rejîmê de ji aliyekî ve û dewleta Tirk a dagirker ji aliyekî din ve, nakokî kûrtir bûn. Di heman demê de, Amerîka jî derbasî meydanê bû û wekî ku destekê dide Tirkiyê xwe dide nîşandan.

Şeva din, li Seraqibê şerê têketin û derketinê di navbera rejîmê û komên çete de derket. Hêzên rejîmê derbasî bajarok bûn, lê piştre komên çete bi desteka ji noqteyên çavdêriyê yên Tirkiyê careke din vegeriyan bajarok. Noqteya çavdêriyê ya Tirkiyê bi awayekî yekser hêzên rejîmê topbaran dikirin.

Îro sibê Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku bombebaran û topbaran li ser Idlibê û Helebê dewam dike. Di vê çarçoveyê de balafirên rejîma Sûriyê û Rûsyayê bi dehan caran Seraqib, Biniş, Sermîn û Tiftinaz ên bejahiya Idlibê û bejahiyên rojava û başûr ên Helebê bombebaran kirin.

Di heman demê de, hêzên rejîmê gundê Afis ê bakurê Seraqib serwer kir, bi vê yekê hêzên rejîmê dorpêç kirine. Li gorî SOHR’ê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, bi dehan çete li Seraqibê hatine dorpêçkirin.

GIRÎNGIYA SERAQIBÊ YA STRATEJÎK

Şer û nakokiyên hêzên herêmî der bare şerê li Seraqibê de gelek pirsan bi xwe re tîne, lê çavdêr dibêjin ku wê bi xwe re hevgirtinên nû li ser asta Sûriyê bîne. Seraqib ji ber ku rêya M4-M5 tê re derbas dibin û Şam-Heleb û Heleb-Laziqiyê û sahila Sûriyê bi hev ve girê dide, xwedî cihekî girîng e.

Kontrolkirina vê rêyê, ji bo rejîm û Rûsyayê girîngiyekî xwe heye, ji ber ku hemû herêmên Sûriyê bi paytexta aborî ya Sûriyê Helebê ve girê dide.

Di heman demê de, dewleta Tirk ger ev rêyên stratejîk ji destê xwe winda bike, wê gelekî tengav bibe û bi wê re jî wê rêyên girêdan û destekdayînê di navbera herêmên çeteyan ên li bejahiyên Heleb û Idlibê de winda bike.

 

Amerîka jî ji van pêşketinan ne dûr bû, hewl dide bi rêya desteka dewleta Tirk zextê li Rûsyayê bike û ji aliyekî din ve jî behsa gefa ferzkirina cezayan xwarin, da ku rejîma Sûriyê û hevalenda wê Rûsya, êrişa li ser parêzgeha Idlibê bidin rawestandin.

Di vê çavçoveyê de James Jeffrey got: "Em dinêrin ku em çi karî bikin û em ji dewleta Tirk dipirsin ku em ê çawa alîkariya wê bikin."

(kc)

ANHA