Rêveberiya Xweser 35 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî şandeya Rûsyayê kirin

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di civîneke çapemeniyê de 35 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî şandeyeke Rûsyayê kirin.

Rêveberiya Xweser 35 zarokên çeteyên DAIŞ`ê radestî şandeya Rûsyayê kirin
6 sibat, 2020   11:46
QAMIŞLO

Civîna çapemeniyê li Daîreya Têkiliyên Derve ya li bajarê Qamişlo tê lidarxistin. Hevserokê Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Abdulkerîm Umer, berdevka YPJ`ê Nesrîn Abdullah, cîgirên Desteya Jinan a Herêma Cizîrê Evîn Qafûr, Deriya Remedan, nûnera serokê Rûsyayê ya parastina mafên zarokên Anna Kuznetsova tev li civînê bûne.

Şandeya, yekem şandeya Rûsya ya fermî ye ku zarokên çeteyên DAIŞ`ê yên di kampên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê de werdigire.

Berdewamî tê…

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/7wAl0Z-EST8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>