Mijarên rojnameyên erebî – 5 Sibat

Rojnameyên erebî yên îro der barê aloziya di navbera Tirkiye û Rûsyayê, Projeya Sedsalê ya Amerîkayê û rewşa Iraqê de nivîsîn.

Mijarên rojnameyên erebî – 5 Sibat
5 sibat, 2020   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

EL-EREB: RÛSYA HESABÊN XWE BI ERDOGAN RE BI DAWÎ DIKE

Rojnameyên erebî yên îro der barê rewşa Idlibê û têkiliyên Tirkiyê û Rûsyayê de nivîsîn. Rojnameya El-Ereb wiha nivîsî: "Rûsya êdî di mijara Sûriyê guh nade lihevhatinên wê yê bi Tirkiyê re, ev tê wateya ku Moskov êdî hesabên xwe bi serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan re bi dawî dike, ji xwe Erdogan di gelek mijaran de hatiye dorpêçkirin, lewma xuyaye ku lihevhatina hevpeymaniya demkî ya di navbera her du welatan de ber bi têkçûnê diçe.

Geşedanên dawiyê yên li Idlibê didn nîşan ku Rûsya Erdogan ji xwe re wekî hevkarekî herêmî bi kar tîne, rewşa Tirkiyê rê nade ku nêrîna xwe li ser Rûsyayê ferz bike, yan jî li hember plana Rûsyayê raweste ku Rûsya dixwaze niha çareyeke giştî li Sûriyê pêk bîne.

Çavkaniyeke dîplomatîk a Rûsyayê got: "Enqere her astengiyan datîne pêşiya hewldanên Şam û Moskovê yên pêkanîna lihevhatina Soçiyê ya sala 2018`an, piştî ku artêşa Tirkiyê nikarî pêk bîne.”

Çavkaniyê ji rojnameyê re got: "Dibe ku rewşa li rojhilatê Firatê aloz bibe. Moskov di salên dawî de metirsiyê Tirkiyê yên der barê mijara Kurdan de berçav girtin, her wiha ji bo mijara "xeteraya Kurdan" alîkarî kir û komên Kurdan ji sînor dûr kirin.”

Her wiha got: "Tevî wê jî, Enqereyê hewldanên Moskovê yên çareseriya pirsgirêka Sûriyê asteng dike û dixwaze nêrîna xwe ya siyasî û demografîk li herêmê ferz bike, çekdarên ku ew piştgiriya wan dike di bazarên siyasî de bi kar tîne.”

Li gorî van geşedanan, çavdêr dibêjin ku qumarbaziya Erdogan dê bibe sedem ku hevpeymaniya bi Rûsyayê re winda bike, rola welatê wî di dosyayên Sûriyê û Lîbyayê de qels bibe, di hêla aborî de jî dê zirarên mezin bigire bi taybet di sektorên turizm û bazirganiyê de, ji Tirkiyê nikare dest ji çavkaniyên enerjiyê yên Rûsyayê berde ku ji sedî 55 pêdiviya gazê ya Tirkiyê ji Rûsyayê tê."

EL-BEYAN: ‘PROJEYA SEDSALÊ’ DÊ LI KONSEYA EWLEHIYÊ BIBE CENG

Der barê mijarê de rojnameya El-Beyan nivîsî: "Piştî ku Filistîniyan, Ereban û misilmanan projeya sedsalê nepejirandin, êdî helwestên navdewletî ber bi nepejirandina projeyê ve diçin, ku Moskovê got ew proje nayê pêkanîn. Yekitiya Ewropayê jî got ew proje ji derveyî pîvanên navdewletî ye. Lê tê payîn ku roja 11`ê Sibatê li komseya ewlehiyê, di civîna ku Washingtonê xwestibû de cengek biqewime.”

ŞERQ EL-AWSAT: EL-BURHAN HEVDÎTINA XWE BI NETANYAHU RE WEK "BERJEWENDIYÊN BILIND" ŞÎROVE KIR

Der barê geşedanên li Sûdanê de rojnameya Şerq El-Awsat nivîsî: "Serokê meclisa Sûdanê Abdilfettah El-Burhan hevdîtina ku pêr li Ûgandayê bi serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Natanyahu re pêk anîbû, wek hevdîtina ji bo "berjewendiyên bilind" ên welat da nasîn.

 

 

 

El-Burhan di civîneke çapemiyê ya kurt de diyar kir civîna wî ya bi Netanyahu re ji ber wê sedemê ye ku ew "berpirsyarê parastina ewlehiya netewî ya Sûdanê ye, û pêkanîna berjewendiyên bilind ên gelê Sûdanê ye", her wiha diyar kir nirxandina têkiliyên bi Israîlê re û pêşxistina wan têkiliyan " berpirsyariya saziyên têkildar e, li gorî belgeya makzagonê.”

El-Burhan helwesta welatê xwe ya der barê pirsgirêka Filistînê de eşkere kir û got: "emê her alîgirê avakirina dewleteke serbixwe ya gelê Filistînê bin" li gorî biryarên yekitiya Ereban.

Hin saziyên çapemeniyê diyar kiribû ku di navbera El-Burhan û Netanyahu de hevdîtin pêk hatiye.

EL-ÎMARAT EL-YAUM: DI NAVBERA XWEPÊŞANDÊRÊN IRAQ Û ALÎGIRÊN EL-SEDR DE PEVÇÛN

Der barê mijarê de rojnameyê wiha nivîsî: "Duh li qadên xwepêşandanan li bajarên Iraqê rewş di navbera xwepêşandêran û alîgirên Muqtada El-Sedr de aloz bû, piştî ku beriya rojekê xwepêşandêrek hatibû kuştin.

Li bajarê Dîwaniyê rewş veguherî pevçûna di navbera alîgirên rejîmê û alîgirên El-Sedr. Hêzên ewlehiyê ketin navberê, lê xwepêşandêran diruşmeyên li dijî El-Sedr û hikûmeta Iraqê û Îranê bilind kirin.