‘Dewleta Tirk û DAIŞ’ê bi çi armancê êrişî Şengal û Kobanê kir, bi heman armancê êrişî Mexmûrê jî dike’

KCK’ê bi daxuyaniyekê diyar kir ku êrişa DAIŞ’ê ya li dijî Mexmûrê ne dûrî polîtîkayên dewleta Tirk in û  hate gotin ku “Dewleta Tirk bi çi armancê DAIŞ şandibe ser Şengal, Kobanê û Şoreşa Rojava, bi heman awayî êrişî Mexmûrê jî dike.”

‘Dewleta Tirk û DAIŞ’ê bi çi armancê êrişî Şengal û Kobanê kir, bi heman armancê êrişî Mexmûrê jî dike’
5 sibat, 2020   08:39
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê der barê êrişa DAIŞ’ê ya li ser Mexmûrê de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Wekî sala 2014’an DAIŞ’ê êrişî kampa Mexmûrê kir. Wekî tê zanîn leşkerên Iraqê û pêşmergeyên li derdora Mexmûrê li hemberî êrişên DAIŞ’ê nesekinîbûn. Bi berxwedana gerîlayan re êrişa li ser Mexmûrê hatibû şikandin û pêşiya wan hatibû girtibûn ku berê xwe bidin Hewlêrê. Piştre gerîlayên HPG û YJA Starê yên ji Herêmên Parastinê yên Medyayê çûbûn qadên şer, him Hewlêr û him jî Mexmûr kiribû qadeke ewle. Di heman demê de gerîla çûbûn Kerkûkê û tevî pêşmergeyên li wê derê êrişên DAIŞ’ê şikandibûn.

MEXMÛR KAMPA ŞEHÎDAN E

Berxwedana gelê Mexmûrê bûye sembola pêşîlêgirtina êrişên qirker ên DAIŞ’ê. DAIŞ’ê bi êrişa dawîn re xwestiya ji gelê Mexmûrê û ji gerîlayan tolê bistîne.

Gelê Mexmûrê di nav berxwedaneke serbilind a cîhanê de ye. Bi jiyan û helwesta xwe, bûye qada sembolîk a rastiya Kurdên azad. Bi hezaran ciwanên wan di têkoşîna azadiyê de şehîd bûne, rûmeta gelê Botanê ne. Li Mexmûrê li her malekê çend şehîd hene. Ji ber vê jî mirov dikare bibêje ku kampa şehîdan e. Ev rastî bi tenê jî dike ku gelê Kurd serbilind be.

Ji ber ku gelê Mexmûrê di nav helwesteke wisa de ye, bûye hedefa dewleta Tirk. Tirkiye yekser bi hêzên xwe yên leşkerî nikare kampê bike hedef, ji ber vê jî ji ser Iraq, PDK û Neteweyên Yekbûyî zextan dixe. Wekî li her derê helwesta Kurdên azad qebûl nake. Bi taybetî ji ser PDK’ê dixwaze kampê parçe bike û bi êrişên hewayî jî dixwaze encamekê bistîne.

Ji bo kamp were parçekirin, DAIŞ jî êrişan dike. Dewleta Tirk li pişt vê êrişê ye. Dewleta Tirk bi çi armancê DAIŞ êrişî Şengal, Kobanê û Şoreşa Rojava kiriye, bi heman awayî êrişî Mexmûrê jî dike. Êrişa dawîn têkiliya xwe bi ambargoyan heye. DAIŞ jî fikiriye ku bi ambargoyê re kamp tengijiye û bi êrişê dixwaze encamekê bistîne.

AMBARGOYA LI SER MEXMÛRÊ NAYÊ PEJIRANDIN

Pêkanîna ambargoya PDK’ê ya li ser Mexmûrê didomîne rewşeke trajedîk a ji aliyê gelê Kurd ve neyê pejirandin. Hemû gelê Kurdistanê ji ber vê polîtîkaya PDK’ê diêşin. Pêkanîna ambargoyekê ya ji aliyê partiyeke Kurd û rêveberiya wê ve ya li ser Mexmûrê ku nûnertiya rûmeta Kurdan dike, tê wateya tinehesibandina hestê gelê Kurd û binpêkirina wê. Gelê Kurd wisa dizane ku dewleta Tirk dixwaze ji bo wê ambargo tê domandin. Bi vê yekê re PDK û rêveberiya herêmî di serî de ziyanê dide îmaja xwe bi xwe. Rêdayîna hinek ciwanan biçin zanîngehê û karkeran ji derveyî nixûmandina ambargoyê ti wateyeke xwe ya din tine. Ji derveyî vê kamp mîna xistina nava dorpêça artêşa dijmin û xistiye nava ambargoyekê. Ev jî cesaret daye dijminê Kurdan DAIŞ’ê û çete bi cesaret kiriye. Rê li ber wê vekiriye ku êrişî kampa Mexmûr a pêşî li dagirkirina Hewlêrê girtibûn tolê hilîne. Rakirina ambargo û dorpêça li ser Kampa Mexmûr a sala 2014’an pêşî li dagirkirina Hewlêrê girtibûn, daxwaza hemû gelê Kurd e.

Em bang li hemû gelê Kurd partiyên siyasî dikin ku ji bo hêza berxwedan û moralê bidin gelê Mexmûrê yên bi êrişên DAIŞ’ê re rû bi rû ne, bikevin nava piştevanî û destekê bidin. Li dijî êrişên dewleta Tirk a dixwazin kampa Mexmûr belav bikin an jî teslîm bigirin, erka hemû mirovahî û hêzên demokratîk e li dijî DAIŞ’ê destekê bide gelê Mexmûr.”