Şêniyên Dêrikê: Eger partiyên Kurd nebin yek, em ê derkevin kolanan

Şêniyên navçeya Dêrikê ya girêdayî kantona Qamişlo got “Eger partiyên kurdî serhişkiya xwe domandin, dev ji kursî, berjewendiyên partiyetî û kesayetî bernedin, her wiha hincet girtin da ku tev li yekitiya neteweyî ya kurdî nebin, em ê derkevin kolanan û li hember wan serî hildin.”

Şêniyên Dêrikê: Eger partiyên Kurd nebin yek, em ê derkevin kolanan
5 sibat, 2020   09:12
NAVENDA NÛÇEYAN - NEJBÎR OSMAN-EHMED MIHEMED

Parçebûna hêzên kurdî li Sûriyê li hember nûnertiya Kurdan di çareseriyên siyasî de ku mafên wan dabîn dikin, bûye asteng. Her wiha bi awayekî neyînî bandorê li projeya şêniyên herêmê ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê dike. Derfet ji dewletên herêmî û naventeweyî re vekir da ku hinek aliyên Kurdî li ser hesabê gelê Kurd bikar bînin ji bo ku berjewendiyên wê yên mêtîngerî pêk bînin.

Gelê Kurd her roj banga yekîtiyê dike.  Her wiha bang dike ku aliyên Kurdî berjewendiya Kurdî di ser berjewendiyên partiyetî û kesayetî re bigirin. Ji alî û dewletên navneteweyî û herêmî yên ku bi dîroka xwe ya dijberî gelê Kurd tên naskirin dûr bikevin. Şênî hewl didin doza Kurd li welêt çareser bikin bi şêwazekê ku mafên wan biparêzin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Kongreya Neteweyî ya Kurdistan-Rojava (KNK-Rojava) bi rêya gelek însiyatîfan bang li alî û partiyên kurdî kir ku pêwîste civîn û kongreyên Kurdî lidar bixin da ku bigihêjin xîtabek siyasî Kurdî. Lê nekarî armancên ku hêvî dikirin pêk bîne. Ji ber ku ‘Encûmena Nîştimanî ya Kurdî’ însiyatîfan red dike.

Ew însiyatîfên siyasî ne yên tekane bûn,  gelek însiyatîfên gel ji hêla rewşenbîrên herêmê ve hatin ragihandin. Di vê dawiyê de jî fermandarê giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî însiyatîfek ragihand. Bi rêya wê însiyatîfê bang li alî, partî û hêzên siyasî yên kurdî kir ku yekrêziya xwe ava bikin, xîtabek Kurdî derxînin da ku destkeftiyên kurdî yên pêk hatine bipêrazin.

Şêniyên navçeya Dêrikê ya ku dikeve rojhilatê kantona Qamişlo girêdayî armancên paşguhkirina partiyên Kurdî yekrêziya kurdî, bandora wê li herêmê, destkeftiyên pêk hatine û helwesta kolana Kurdî ji wan aliyan nêrînên xwe vegotin. Şêniyên navçeyê bi rêya axaftinên xwe peyam ji partî û aliyên siyasî yên Kurdî re rêkirin.

Şêniyan di peymanên xwe de got: "Pêvajo hesas e. Derfet peyda bûye ku tevahî aliyên Kurdî li ser masaya diyalogê rûnin û ji berjewendiyên partiyetî dûr bikevin. Helwestek siyasî Kurdî serbixwe dûrî alî û dewletên herêmî nîşan bidin. Ji destpêkê ve daxwaza me yekrêziya Kurdî ye. Divê hemû vê daxwazê pêk bînin."

Her wiha şêniyan got: "Eger partiyên Kurdî serhişkiya xwe domandin, dev ji kursî, berjewendiyên partiyetî û kesayetî bernedin, her wiha hincet girtin da ku tev li yekitiya neteweyî ya Kurdî nebin em ê derkevin kolanan û lihember wan serî hildin. Divê ew bikevin ferqê ku gelê Kurd nûnertiya xwe diyar dike ne partî."

Di dawiyê de şêniyan bang li tevahiya gelê Kurd kirin dev ji partiyetiya xwe berdin, aliyên yekrêziya Kurdî paşguh dikin eşkere bikin. Dakevin kolanan û wan aliyan muhesebe bikin. Ji ber ku ew alî bandor li doza Kurd dikin, çareseriyê dereng dixin û di nakokkirina rewşa kolana Kurd de dibin alîkar.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/2QGBZUR5MvM" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>