Li Reqayê 5 hezar û 700 cenaze ji 25 gorên komî hatin derxistin

Piştî du salan ji kar û xebatê koma destwerdanên destpêkê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê 29 gorên komî dîtin, 25 gor vekirin û 5 hezar û 700 cenaze jêderxistin.

Li Reqayê 5 hezar û 700 cenaze ji 25 gorên komî hatin derxistin
Li Reqayê 5 hezar û 700 cenaze ji 25 gorên komî hatin derxistin
Li Reqayê 5 hezar û 700 cenaze ji 25 gorên komî hatin derxistin
5 sibat, 2020   07:47
REQA-EHMED ESAF

Bajarê Reqayê  di Cotmeha 2017`an de ji çeteyên DAIŞ`ê hate rizgarkirin, paşê yekser koma destwerdanên destpêkê dest bi rakirina cenazeyan ji bin kavilan û ji kolanan kir. Her wiha hejmareke gorên komî yên ku DAIŞ`ê çêkirine, dîtin.

Gor hem ji aliyê veşartinê û hem ji aliyê hejmara cenazeyan ve cihê bûn, hin gor cenazeyên çeteyan tê de bûn, hin cenazeyên jinan û zarokan tê de bûn û hin jî yên kesên wan şeniqandibûn û paşê ew binaxkiribûn.

Rapora koma destwerdanên destpêkê diyar kir ku hin gor rojnamevanên biyanî tê de ne, lê pişkinîna DNA’yê tune ye ku cenaze werin naskirin.

Gorên hatine dîtin, li kêleka benderên ava Firatê, bejahiyê û hundirê bajêr in, nexasim li baxçeyên giştî hatin dîtin.

Her wiha gorên komî li naverasta malên şêniyan ên li taxa Bedo hatin dîtin.Taxa Bedo çeteyên DAIŞ`ê dagir kiribû û paşê QSD`ê ew tax rizgar kir.

Piştî şêniyên bûne şahidên binaxkirina cenazeyan gilî kirin, yekser koma destwerdanên destpkê berê xwe da deverê û 5 hezar û 700 cenaze derxistin.

Piştî gor hate kifşkirin, pispor û doktorên tiba edlî gor taqîb kirin.

Berpirsê koma destwerdanên destpêkê Yasir Xemîs ji ANHA`yê re wiha anî ziman: “Ji destpêkê herêm hatiye rizgarkirin, ev kom hate çêkirin, kar û xebata derxistina cenazeyan dikin, li ser vî esasî hejmareke mezin ji gorên komî kifş kirine, ji wan 29 gor in, 25 gor hatine vekirin û heta vê kêliyê li goristana Sehel a bejahiya başûrê rojavayê bejahiya Reqayê kar û xebat berdewam e.”

Xemîs da zanîn ku cenazeyên di gorên komî de ne tenê yên qetilkirinên meydanî ne, lê belê zarok û jin hene. Li gel vê yekê şêniyan diyar kir ku hin biyanî hatine qetilkirin, muhtemel e ku rojnamevanên biyanî bin.

Xemîs bi bîr xist ku koma destwerdanên destpêkê xwedan ezmûnên derxistina cenazeyan e û wiha pê de çû: “Bijîşkên tiba edlî cenazeyan pişkinîn dikin, da ku nasnameyên cenaze werin naskirin, lê ji ber piraniya cenazeyan zêde xera bûne, nayên naskirin û di milekî din de jî pişkinîna DNA’yê tune ye.”

Xemîs da zanîn ku  ji 5 hezar û 700 cenazeyan 700 cenaze hatin naskirin, hem belgeyên îsbatê hene û hem cil û bergên piştî binaxkirinê, nehatine dirandin.

Hêjayî gotinê ye ku hêj bi hezaran şêniyên Reqayê cenazeyên zarokên xwe yên di encama şerên li Reqayê de rû dane, nedîtine.

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ly00_fBJ8h8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>