Jinên ji Til Temirê li dijî êrişên dagirkeran xwe perwerde dikin

Li dijî êrişên dagirkeran jinên navçeya Til Temirê ji bo xweparastinê di malan de perwerdeya çekan dibînin û piştî perwerdeyê jî êvaran kolanên xwe diparêzin. Jinan diyar kir ku biçekbûn mafê wan ê rewa ye û got “Çawa li dijî DAIŞ’ê em bi çek bûn û me ew têk birin, niha jî em ê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibin.”

Jinên ji Til Temirê li dijî êrişên dagirkeran xwe perwerde dikin
Jinên ji Til Temirê li dijî êrişên dagirkeran xwe perwerde dikin
Jinên ji Til Temirê li dijî êrişên dagirkeran xwe perwerde dikin
Jinên ji Til Temirê li dijî êrişên dagirkeran xwe perwerde dikin
Jinên ji Til Temirê li dijî êrişên dagirkeran xwe perwerde dikin
Jinên ji Til Temirê li dijî êrişên dagirkeran xwe perwerde dikin
5 sibat, 2020   06:58
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewam dikin. Navçeya Til Temir ku bûye yek ji hedefên dagirkeran, ji aliyê Hêzên Parastina Xabûr û Meclîsa Leşkerî ya Suryanî vê tê parastin. Her wiha hêzên Sotoro (Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Suryan) Natoro (Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Aşûrî), Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Trafîk, Hawarî, HPC/HPC-Jin bi karê ewlehiya nava navçeyê radibin.

Li dijî êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şêniyên herêmê jî ji aliyê HPC/HPC-Jin ve tên perwerdekirin. Li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser vîna jinan û axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, jinên navçeya Til Temirê di çarçoveya parastina rewa de di malan de perwerdeya çekan dibînin. Li ser daxwaza şêniyên Til Temirê HPC/HPC-Jin rojane perwerdeyê didin şêniyan.

Êvarê mirov dema ku di nava kolanên Til Temirê de digere, rastî jinên temenmezin jî tê ku di destê wan de çek hene û kolanên xwe diparêzin. Ev jin destpêkê perwerdeya çekan dibînin, paşê jî êvarê derdikevin kolanan û parastinê dikin. Kesên nenas an jî yên biguman dibînin, wan didin sekinandin û nasnameyên wan dipirsin.

‘JI BO PARASTINA AXA XWE, XWE PERWERDE DIKIN’

Yek ji şêniyên Til Temirê ku perwerdeya çek dibînê Medya Mamo diyar dike ku dijminekî hov êrişî wan dike û ew jî di çarçoveya xweparastinê de perwerdeya çek dibînin û got: “Ji bo parastina axa xwe em xwe perwerde dikin. Ger êrişek hovane li ser navçeya me çêbe em û hemû jinên herêmê dê li dijî êrişan bisekinin. Heya yek dayik jî ji me bimîne, em nahêlin ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê axa me dagir bikin. Serê pêşîn vîna jinan dibe hedefa dagirkeran. Ev hedefgirtina vîna jinan tu carî bi ser nakeve û em ê heya dawiyê li ber xwe bidin.”

PIŞTÎ PERWERDEYÊ KOLANÊN XWE DIPARÊZIN

Medya piştî dîtina perwerdeyê êvarê derdikeve kolanê û parastinê pêk tînê. Saet di 20.00’an de Medya ruxmî sermaye, di destê wê de çêk, li ser erka xwe ye. Medya dibejê: “Em mecbûr in parastinê bikin ji bo welat, ax û kolanên xwe. Xwediyê vê axê em in û divê em parastina xwe bikin. Erdogan nikare hêza me bişikînê. Li ser rêya Avesta, Barîn, Arîn û Şîlanan tu carî nikarin vîna me têk bibin, em jin û jiyan in.”

Fatma Silêman jî anî ziman ku li kelêka şervanan disekinin ku ew jî bi çek bûne û got: “Hemû jinên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dijîn û jinên cîhanê divê bi çek bin û li dijî dagirkeran şer bikin. Tiştek ji parastina axê xweştir tune ye. Jin dikarin ax, zarok û gelê xwe biparezin. Ev bîrdozî jî li Rojavayê Kurdistanê eşkere bû.”

Fatma anî ziman ku di sala 2015’an de, di êrişên DAIŞ’ê yên li ser Til Temirê de dîsa ew bi çek bûbûn û got: “Wê demê jî jin, dayik hemû bi çek bûbûn û axa xwe diparastin. Gelek caran em li ser rêyan bûn ku me ewlehî digirt, obûs û gule ji aliyê çeteyan ve dihatin avêtin. Lê em nedireviyan û me parastina xwe dikir û me bi vîna jinan DAIŞ têk bir. Niha jî em ê êrişên hovane yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê têk bibin. Parastina axê erka her kesî ye û bi taybet yê dayikan e. Ev ax bi hêsanî bi ser neketiye ku her malekê şehîd dane, her dayikek parçeyekî kezaba xwe kiriye bin axê. Em nikarin pê li xwîna şehîdên xwe bikin û bihêlin dagirkerî bi ser bikeve.”  

‘BIÇEKBÛN MAFÊ ME YÊ REWA YE’

Fatma destnîşan kir ku ger dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êriş nekin, ew bi çek nabin û got: “Ew êriş dikin, em jî keleşa xwe hildidin û li dijî êrişan disekinin. Ev jî mafê me yê rewa ye.  Em axa xwe diparêzin ku her jineke Ereb, Kurd, Suryan divê çek rake û parastina axa xwe bike. Em li kolanan parastinê dikin, ger pêwîst bike em ê sing bi sing li dijî dijmin şer bikin û axa xwe rizgar bikin.”

ANHA 

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/ReiwRgAJVI0" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>