Li Qamişlo têkildarî zewaca di temenê biçûk de semînerek hate dayîn

Weqfa Jinên Rewşenbîr bi hevkariya Navenda Amara ya Şêwirên Derûnî semînerek li ser zewaca di temenê biçûk de organîze kir.

Li Qamişlo têkildarî zewaca di temenê biçûk de semînerek hate dayîn
Li Qamişlo têkildarî zewaca di temenê biçûk de semînerek hate dayîn
3 sibat, 2020   15:16
QAMIŞLO

Semîner bi beşdarbûna jinên rewşenbîr, mamoste, endamên Kongreya Star û saziyên civaka sivîl li avahiya Weqfeya Jinên Rewşenbîr a bajarê Qamişlo hate dayîn.

Semîner ji aliyê endamên Navenda Amara ya Şêwirên Derûnî Zêna El-Elî û Xelat Îsmaîl ve hate dayîn.

Di semînerê de sedemên zewaca di temenê biçûk de hate destnîşan kirin. Hate gotin ku xizanî, kevneşopiyên paşverû û nezenbûn, her wiha bi karanîna şaş a ji înternêtê sedemên zewaca di temenê biçûk de ye.

Her wiha hate destnîşankirin ku zewaca di temenê biçûk de gelek bandorên wê yên neyinî yên derûnî û civakî hene, di encamê de avakirina malbateke hevgirtin têk diçe.

Di dawiya semînerê de beşdaran li ser mijarê nêrînên xwe anîn ziman.

ANHA