Ji êrişa yekemîn xilas dibe, di ya duyemîn de şehîd dikeve

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca ku şêniyan ji warên wan derxînin rojane kantona Şehbayê û navçeyên Şêrawa û Şera yên Efrînê topbaran dikin.

Ji êrişa yekemîn xilas dibe, di ya duyemîn de şehîd dikeve
Ji êrişa yekemîn xilas dibe, di ya duyemîn de şehîd dikeve
Ji êrişa yekemîn xilas dibe, di ya duyemîn de şehîd dikeve
Ji êrişa yekemîn xilas dibe, di ya duyemîn de şehîd dikeve
Ji êrişa yekemîn xilas dibe, di ya duyemîn de şehîd dikeve
Ji êrişa yekemîn xilas dibe, di ya duyemîn de şehîd dikeve
Ji êrişa yekemîn xilas dibe, di ya duyemîn de şehîd dikeve
Ji êrişa yekemîn xilas dibe, di ya duyemîn de şehîd dikeve
Ji êrişa yekemîn xilas dibe, di ya duyemîn de şehîd dikeve
3 sibat, 2020   15:18
EFRÎN-FÎRAS IBRAHÎM-XANDÎ ELO

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê berbanga vê sibehê bi dijwarî gundên kantona Şehbayê û navçeyên Şera û Şêrawa yên kantona Efrînê dan ber topan. Di encamê de şêniyê bi navê Elî Mele (65) ê ji gundê Aqîbe yê navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê şehîd ket.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji herêmên, Efrîn, Ezaz û Marî yên dagirkirî zêdetirî 70 top avêtin gundên navçeya Şêrawa û kantona Şehbayê. Di encamê de zirarên madî gihaştin milkên sivîlan. Her wiha gelek mal li gundê Aqîbe yê girêdayî navçeya Şêrawa wêran bûn.

Şêniyê bi navê Abdullah Hafiz ji kantona Efrînê ye da zanîn ku topbarana artêşa Tirk a dagirker ji saetên berbangê sibehê ve destpê kir, di encamê de gelek malên gundiyan wêran bûn û zirarên madî gihaştin milkên wan.

Hafiz wiha domand: "Artêşa Tirk a dagirker sivîlan dike hedef da ku gund ji xelkê vala bike û di encamê de dagir bike, mîna Efrînê dagir bike."

Hafiz destnîşan kir ku topek li dîwara odeya ku tê de xew dikir ketiye. Bi xêra xwedê ji mirinê filitiye. Tenê zirarên madî çêbûn.

Hafiz got: "Artêşa Tirk a dagirker me da koçberkirin. Em neçar man ber bi kantona Şehbayê û gundên navçeya Şêrawa ve koçber bibin. Ji vê têr nebû, vê care hewl dide sivîlan ji gundên Şêrawayê koçber bike."

Ji aliyê xwe ve şêniyê bi navê Ehmed Suleyman ê ji navçeya Şêrawayê êrişên artêşa Tirk a dagirker û komên terorîst ên li dijî herêmê şermezar kirin.

Suleyman got: "Li vir topbaran ranaweste. Beriya sê rojan topên dagirkeriyê gundên navçeya Şêrawa topbaran kirin. Di encamê de gelek mal wêran bûn. Bi taybet mala şêniyê bi navê Elî Mele. Lê dagirkeriyê carek din mala Elî Mele topbaran kir di encamê de Elî Mele şehîd ket."

Suleyman teqez kir ku artêşa Tirk a dagirker ji du salan ve binpêkirinên xwe li dijî şêniyên navçeya Şêrawa û gundên girêdayî wê didomîne, topbaran dike, daristanan dişewitîne û dîwarek di navbera navçeya Şêrawa û kantona Efrînê ava dike.

Şêniya bi navê Şîraz Hec Osman got: "Bi awayekî domdar em tên topbarankirin.  Ev ne cara yekê ku gundê Bînê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve tê topbarankirin."

Şîraz bêdengiya civaka navneteweyî û rêxistinên navneteweyî li hember êrişên Tirkiyê û hedefgirtina sivîlan şermezar kirin û got: "Em van êrişên domdar şermezar dikin. ُm bang li rêxistinên navneteweyî dikin ku mudexele bike û zextê li Tirkiyê bikin ji bo ku binpêkirinên xwe li dijî sivîlan li gundên kantona Şehbayê û navçeya Şêrawa rawestîne."

(şx)

ANHA