​​​​​​​Şêniyên Efrînê alîkarî ji kampa Waşûkanî re şandin

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê ji bo piştevaniya koçberên di kampa Waşûkanî de alîkarî şandin.

​​​​​​​Şêniyên Efrînê alîkarî ji kampa Waşûkanî re şandin
3 sibat, 2020   14:29
HESEKÊ

Şêniyên kantona Efrînê yên ku ji ber êrişên qirkirinê yên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê koçberî kantona Şehbayê alîkarî ji koçberên li kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê re şandin.

Di encama êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku 9‘ê Cotmeha 2019‘an destpê kiribûn de bi hezaran sivîl ji malên xwe hatin koçberkirin.

Bi hezaran malbatên koçber di kampa Waşûkanî ya li bajarê Hesekê de bi cih bûne û di nava şert û mercên zehmet de ne. Ji bilî Rêveberiya Xweser û Heyva Sor a Kurd ti rêxistinên din ên mirovî karê xwe bi cih naynin.

Koçberên Efrînê yên li kantona Şehbayê bi armnaca piştgiriyê milyon û 644 hezar û 500 lîreyên Sûrî ji bo koçberên li kampa Waşûkanî şandin.

Hevserokê TEV-DEM‘ê yê kantona Hesekê Ferhan Dawud û endamê Buroya Rêxistinî ya TEV-DEM‘ê Farûq Tozo alîkarî wergirtin û radestî rêveberê kampa Waşûkanî Hesen Yûsif kirin.

Endamê Buroya Rêxistinî ya TEV-DEM‘ê Farûq Tozo anî ziman ku ev gav xwedî wateyek mezin e, îsbata hevgirtina gelên herêmê di nava şertên zehmet de dike.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/9orpDFMMh2o" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>