Çeteyan baregeheke Rûsyayê li bejahiyên Helebê, kontrol kir

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker baregeheke Rûsyayê ya li derdora herêma Tadif a bejahiya rojhilatê Helebê, kontrol  kir.

Çeteyan baregeheke Rûsyayê li bejahiyên Helebê, kontrol kir
1 sibat, 2020   10:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî torên çapemeniyê, çeteyên artêşa Tirk a dagirker ji Ehrar El-Şerqiyê, Cebhet El-Şamiyê û Lîwa Mexawîr El-Şîmal, baregeheke Rûsyayê ya li herêma Tadif a bejahiya rojhilatê Helebê kontrol kir.

Çeteyan dîmenek ku ala Rûsyayê ji ser avahiyê datînin, weşand.

Çeteyên artêşa Tirk a dagirker êrişî nuqteyên rejîma Sûriyê û hêzên Rûsyayê li bejahiya rojhilatê Heleb kir û li aliyekî din jî rejîma li herêma Idlibê bi pêş dikeve.

(fr)

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VUk5KmrCLBs" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>