Wezareta derve ya Fransa: Tirkiye lihevkirinên Berlînê binpê dike

Berdevka Wezareta Derve ya Fransayê Anyis Von Der Mall got dewleta Tirk tiştên ku vê dawiyê di peymana Berlînê de li ser hatine lihevkirin, binpê dike.

Wezareta derve ya Fransa: Tirkiye lihevkirinên Berlînê binpê dike
1 sibat, 2020   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Von Der Mall wiha ji tora El-Erebiyê re got: "Fermandarên Fransayê dewamkirina binpêkirinên dewleta Tirk yên lihevkirinên kongreya Berlînê der barê Lîbyayê de, belge kirine. Dewleta Tirk ji bo hin aliyên diyar li Lîbyayê (hikumeta Wîfaq a bi serokatiya El-Serac), çek û alîkariyên leşkerî dişîne."

Berdevka Wezareta Derve ya Fransî bi domdarî got: "Ev demeke Tirkiye sozên xwe yên rawestandina şandina çekdar û çekan ji bo Lîbyayê, pêk nayîne. Alîkariyên dewleta Tirk ji bo Lîbyayê dewam dikin. Beriya çend rojan leşkerên me radestkirina Tirkiyê alîkariyên leşkerî ji bo hin aliyên Lîbyayê, belge kirin."

Von Der Mall diyar kir ku berî her tiştî kiryarên Tirkiyê lihevkirinanên Berlînê binpê dikin. Her wiha li dijî qedexekirina Neteweyên Yekbûyî ya şandina çekan ji bo Lîbyayê ye.

Demeke berê serokê Fransî Emmanuel Macron serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîb Erdogan bi "ne rêzgirtina gotinên xwe" yên der barê destwerdana aloziya Lîbyayê de bi taybetî ji bo neşandina keştiyên ku çeteyan dibin Lîbyayê, tewanbar kiribû.

(cx)