Li girê Radarê yê Şehbayê, 4 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn

Li herêma girê Radarê yê gundên Xerbeş û Til Rîhan ên Şehbayê di navbera çeteyên artêşa dewleta Tirk a dagirker û rejîma Sûriyê de şer derket û di encamê de 4 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn.

Li girê Radarê yê Şehbayê, 4 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn
1 sibat, 2020   10:51
ŞEHBA

Nûçegihanên  me ji herêmê ragihand ku, li herêma girê Radarê û gundên Til Rîhan û Xerbeş ên kantona Şehbayê di navbera rejîma Sûriyê û çeteyên artêşa Tirk a dagirker de ji komên Sultan Murad, Ehrar El-Şam û Cebhet El-Şamiyê de, şer berdewam e.

Li gorî agahiyên destpêkê, di encama şerê li herêma girê Radarê yê Şehbayê de 2 çeteyên Cebhet El-Şamiyê hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn, her wiha 2 çeteyên Sultan Murad jî hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.

Nûçegihanan diyar kir ku şer hê jî didome.

Li aliyekî dîtir jî hin agahiyên din dibêjin ku 7 endamên rejîma Sûriyê di şer de hatin kuştin.

(fr)

ANHA