​​​​​​​Projeyên sala nû yên Şaredariya Gel a Dirbêsiyê

Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Qamişlo di sala nû de wê gelek projeyan bi lêçûnek digihêje 68 milyonên Sûriyê pêk bîne.

​​​​​​​Projeyên sala nû yên Şaredariya Gel a Dirbêsiyê
​​​​​​​Projeyên sala nû yên Şaredariya Gel a Dirbêsiyê
​​​​​​​Projeyên sala nû yên Şaredariya Gel a Dirbêsiyê
​​​​​​​Projeyên sala nû yên Şaredariya Gel a Dirbêsiyê
13 ÇILE, 2020   07:20
HESEKÊ-OLVA HEC MENSÛR

Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê ya girêdayî kantona Hesekê ya li bakurê Sûriyê, tevahiya projeyên sala 2019`an bidawî kirin. Tevahiya rêyên sereke û şaxî sererast kirin, rêyên taxa Xerbî bi bermehiyan sererast kirin û tevahiya ragarên baranê çêkirin.

Şaredariyê ji bo ku daxwazên şêniyan di sala nû de bînin cih, plansaziya sala nû bi lêçûnek zêdetirî 68 milyon lîreyên Sûriyê danî.

Cîgirê hevserokatiya Şaredariya Gel a Dibêsiyê Mihemed Elî Salih diyar kir ku tevî êrişên Tirkiyê li ser Dibêsiyê lê şaredariyê karê xwe berdewam kir û tevahiya projeyên ku di sala 2019`an de plan kiribû pêk anîn.

Şaredariyê Gel kolanên li rojavayê navçeyê sererast kirin. Çarxerêya Arîn Mîrkan restore kir û ronî kir. Tevî ku toreyên kanalîzasyonê li kolana El-Şerqiye dirêj kirin û tevahiya ragarên kolanê paqij kirin.

Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê ji bo sala 2020`an gelek projeyên xizmetguzariyê danî. Girêdayî wê Salih dibêje: “Li ser daxwaza şêniyan ji bo derxistina kamyonan ji bajêr û sivikkirina tevlîheviya tirafîkê em ê geracek bi lêçûna 6 milyon û 820 hezar lîreyên Sûriyê ava bikin.”

Salih destnîşan kir ku li ser giliya kêmbûna dikanên firotina mirîşkan di navçeyê de wê 10 dikan bi lêçûna 13 milyon û 280 hezar û 320 lîreyên Sûriyê ava bikin.

Ji ber firehbûna avahîsaziya navçeyê, miqdara ziftê ya ku ji navçeyê re di sala derbasbûyî de hatiye diyarkirin kêm bû. Şaredarî wê rêyên taxa Xerbî bi lêçûna 26 milyon û 236 hezar û 400 lîreyên Sûriyê rêyan bi bermahiyan sererast bike.

Ji bo avakirina parkan şaredariyê wê parkek li taxa Mesekên li başûrê navçeya Dibêsiyê bi lêçûna 11 milyon û 914 hezar û 860 lîreyên Sûriyê ava bike û dê çarxerêya Şehîd Xemgîn bi lêçûna 9 milyon û 761 hezar û 350 lîreyên Sûriyê restore bike.

Salih destnîşan kir ku şaredarî hewl dide tevahiya daxwazên gel pêk bîne û xuyanga bajêr pêş bixe.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1zjfqZPyGWc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>