Abdulkerîm Siko: ENKS‘ê yekîtiya kurdan dereng dixe

Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (El-Partî) û Kordînatorê Giştî yê Yekîtiya Hêzên Kurd li Rojava Dr. Abdulkerîm Siko got: “ENKS yekîtiya Kurdan dereng dixe.”

Abdulkerîm Siko: ENKS‘ê yekîtiya kurdan dereng dixe
13 ÇILE, 2020   07:12
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Di demên derbasbûyî de bala gelê Kurd li yekîtiya partiyên kurdî yên li Rojava ye, nexasim piştî însiyatîfa fermandarê QSD`ê Mezlûm Ebdî.

Sekretêrê Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (El-Partî) û Kordînatorê Giştî yê Yekîtiya Hêzên Kurdî li Rojava Dr Abdulkerîm Siko ji ajansa me re axivî û got: “ENKS‘ê hincetên bê bingeh derdixîne, amranca wê ji vê yekê derengxistina projeya misogerkirina yekîtiya gelê Kurd e. Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê girêdayî ajandeyên derve ye û ji destpêka Şoreşa Sûriyê ev yek siyaseta wê ye. ENKS‘ê ji welat derketin û ji wan heye kesên derve dê welat ava bikin. Lewma xwe spart hêzên derve û însiyartîfên çareseriya doza kurdî têk birin.”

Abulkerîm Siko serdana serokatiya ENKS`ê ji Tirkiyê re wek mixabinî binav kir û got: “Di demekê de ku pêwîstiya me bi yekîtiya neteweyî heye, çawa serdana kesên ku zarokên me qetilkirine û jin dane koçberkirin?. Daxuyaniyên ENKS‘ê yên derbarê yekîtiya Kurd de xizmeta dijminê gelê Kurd dike."

Siko derbarê sedema redkirina ENKS`ê ya yekîtiya Kurd de wiha got: “ENKS‘ê hewldana pêkanîna ezmûna Başûrê Kurdistanê dike. Anku rêveberiya di navbera xwe û Partiya Yekîtiya Demokratîk de par bikin û derdora 30 partiyên din, pêkhateyên Ereb û Suryan paşguh bikin. Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li dijî dagirkerên xaka xwe têkoşînê didomînin û bi hezaran şehd di oxirê de dane. Lewma divê ENKS vegere welat û bi pêkhateyan re têkoşînê berdewam bike.”

Abdulkerîm Siko di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Yekîtiya kurdî di xeteriyê de ye. Lê hêj yekîtiya kurdî mumkin e. Lewma divê ENKS beşdarî nava Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bibe û xwedî li mîrasên şehîdan derkevin.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/vBAuifaZ9p8" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>