Dê Hefter û El-Serrac îro serdana Moskovê bikin

Fermandarê artêşa nîştimanî ya Lîbyayê Muşîr Xelîfe Hefter û serokê hikumeta Terablusê (El-Wîfaq) Fayiz El-Serrac dê îro serdana Moskovê bikin ku mercên peymana agirbestê nîqaş bikin.

Dê Hefter û El-Serrac îro serdana Moskovê bikin
13 ÇILE, 2020   07:28
NAVEDNA NÛÇEYAN

Berpirsê peywendiyên Rûsyayê yên der barê Lîbyayê de Lev Dingov got li gorî agahiyên di destê wî de dê Fayiz El-Serrac serdana Moskovê bike da ku dan û standinê der barê çareseriya Lîbyayê de pêk bîne, bi taybet jî mijara derfeta îmzekirina peymana agirbestê û detayên vê belgeyê.

Lev Dingov bal kişand ser ku dê Muşîr Xelîfe Hefter jî serdana Moskovê bike û wiha got: "Ez nizanim heke dê hevdîtineke yekser di navbera Hefter û El-Sîrac de çêbe yan na."

Agirbesta li Lîbyayê bi însiyatîfa Rûsya-Tirkiyê pêk hat, lê belê piştî çend saetan ji agirbestê her du aliyan hev tawanbar kir ku agirbest binpê kirin.

(fr)