ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 -01-2020

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 13 -01-2020
13 ÇILE, 2020   05:00

-Geşedanên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê rû didin dê werin şopandin.

-Qonaxa Duyemîn a Berxwedana Serdemê ya Efrînê dê were şopandin.

-Çalakiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne lidarxistin dê werin şopandin.

-Şêniyên bajarê Qamişlo cenazeyê 2 şehîdên Berxwedana Rûmetê li Goristana Şehîd Delîl Saroxan oxir dikin, saet 13:00‘an. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji rûspiyên eşîra Şerabîn Sabit Cewher diyar kir ku eşîrên Ereb roleke girîng di avakirina QSD‘ê de lîstin û tevlêbûnê ciwanên eşîrê ya di nava QSD‘ê de didomîne. Sabit Cewher destnîşan kir ku hevgirtina pêkhateyên herêmê hewldanên derxistina fitneyê têk bibir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Parêzer, endizyar û mamosteyên ji navçeya Tirbespiyê gotin: "Dewleta Tirk li dijî her projeyeke demokratîk disekine, bi hemû rêbazan rê li ber her proseseke aştiyê li herêmê digire, tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Ocelan delîlê vê yekê ye." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên bajarê Hesekê bang li partiyên kurdî kir ku ji bo yekrêziya kurdî û pêkanîna banga gelê xwe bixebitin û gotin: "Gel ji ber vê yek e, yekitî tenê ji hin partiyên kurdî tê xwestin, divê bêyî şertên pêşîn yekitiyê çêbikin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şêniyên kantona Efrînê yên ji ber êrişên qirkirinê yê dewleta Tirk a dagirker koçberî Şehba û navçeya Şêrawayê bûne banga derxistina artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ji kantonê kirin. Şêniyan diyar kirin ku ew di berxwedana xwe ya li Şehbayê de bi israr in heta li Efrîn a rizgarkirî vegerin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

-Ebûd Meqso diyar kir ku ji bilî partiyên ENKS‘ê piraniya partiyên siyasî yên ku ji bo panelên diyalogan ên girêdayî yekitiya netewî hatibûn vexwendin tev li panelan bû û got: "Partiyên ENKS‘ê bangewazî pêk neanîn û beşdarî panelan nebûn." (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Sekretêrê Partiya Demokrata Kurd li Sûriyê (Partî) û Koordînatorê Giştî yê Yekitiya Hêzên Partiyên Kurd li Rojava Dr. Ebdulkerîm Siko got: "ENKS‘ê tevahî projeyên ku banga yekrêziya kurdî dike dereng dixe." (BI WÊNE Û DÎMEN).

DOSYA

- Osmaniyan li dijî gelê Lîbyayê komkujiyên hovane pêk anîn ku heta niha di bîra gelê Lîbyayê de zindî ye. Erdogan ji destpêka şoreşa Lîbyayê ve di sala 2011‘an de bi rêya komên tundraw hewl da serdema pîşeyên xwe yên xwînmêj vegerîne, lê wekî li Sûriyê bi binket li dê Lîbyayê jî têk biçe. (BI WÊNE).

ÇAND Û HUNER

-Fîlmê "Ji bo azadiyê" ya ku qala berxwedana ciwanên kurdî li Sûra Amedê ya li dijî dewleta Tirk a dagirker dike, li navenda çand û hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo tê pêşandan. (BI WÊNE Û DÎMEN).

CIVAK Û JIYAN

- Îsa Hesen (88) û Mûna Zafir (80) ên hevserên hev, li gundê Til El-Werid bi destên hev girtine û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe didin. Her du hevser bi derfetên kêm jiyana xwe dewam dikin û ji bo parastina ji obûsan jî paceyên malên xwe bi keviran tijî kirine û dibêjin em malên xwe radestî çeteyan nakin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Şaredariya Gel a navçeya Dirbêsiyê piştî ku tevahî planên sala derbasbûyî bi dawî kir, ji bo projeyên sala nû dixebite, lêçûna ji projeyên îsal hatiye veqetandin dighêje zêdetirî 68 milyon lîreyên Sûriyê. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi berdewama êrişên Tirkiyê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê re koçberiya ber bi kampa Mehmûdlî ya nêzî herêma Tebqayê ve didome. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Astengdarbûna zarokan azarê malbata Xedîce Yûnis a koçber zêde kir. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA