‘Dewleta Tirk dizane klîta çareseriya aloziya herêmê li cem Ocalan e’

Rewşenbîrên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişlo gotin: “Dewleta Tirk dizane klîta çareseriya aloziya herêmê di destê Ocalan de ye, lewma tecrîdê tund dike.”

‘Dewleta Tirk dizane klîta çareseriya aloziya herêmê li cem Ocalan e’
13 ÇILE, 2020   06:15
QAMIŞLO-RÊNAS REMO

Gelek caran Rêber Abdullah Ocalan di hevdîtinên xwe de yên bi parêzerê xwe re qala amadekariyên xwe yên çareseriya pirsgirêkên li herêmê astengdar in kir û got: “Ez ji proseya aşîtiyê re amade me, lê desthilatdariya Tirkiyê di 21’ê Cotmehê de li dijî Rêbertî û 3 girtiyan cezayê dispilînê birî.’

Di vê mijarê de parêzerên Ocalan gotin, ceza veşartiye.

Mamostayê li Tirbespiyê Haşim Seyîd Mehdî got: “Her tim Rêber Ocalan banga aştiyê kiriye. Lê domdar dewleta Tirk ev bang red dikir û dest bi êrişan kir. Ji ber ku rejîma Tirkiyê xwe li ser çewesandina gelan xwedî dike. Yekîtiya pêkhateyên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê û projeya demokratîk, bi saya fikir û felsefeya Ocalan misoger bûne. Lewma dewleta Tirk gavavêtina demokratîbûnê ji rejîma xwe re xeter dibine. Ji bo Ocalan ji gel dûr bike cezayên displînê lê dibire.”

Parêzer Mihemed Iweyîd got: “Hêzên ku destwerdana aloziya herêmê dikin, ev bi sedsalane xwe li ser çewisandina gelên herêmê didin jiyankirin. Ev hêz dixwazin herêmê parçe bikin. Ji ber vê yekê dewleta Tirk şerê projeyên siyasî dike.”

‘TIRKIYE HEWL DIDE PROJEYÊN AŞTIYÊ TÊK BIBE’

Iweyîd axaftina xwe wiha domand: “Tecrîda li ser Rêber Ocalan berdewamiya siyaseta Tirkiyê ya dijbertiya aşîtiyê ye. Bangên Ocalan kilîta çareseriya aloziya li herêmê ye. Ji ber gelên herêmê baweriya xwe bi fikirê aştiyane anîne û bawerin dê bi vê yekê dawî li şer were.”

Endezyarê çaksaziyê Mihemed Ebas jî diyar kir ku dîroka dewleta Tirk bi dagirkeriyê tijî ye û wiha axivî: “Dewleta Tirk bi dagirkeriyê nezanî û feqîrî li herêmê belav kir. Dewleta Tirk bi dijminahiya xwe ya li dijî Kurd, Ereb, Suryan û heta Tirkmenan tê nasîn. Ji ber vê yekê dewleta Tirk bi hemû rêbazan hewldana têkbirina projeyên aştiyane dike.”

Mihemed Selîm Ebas wiha dawî li axaftina xwe anî: “Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê, isbata projeya Neteweya Demokratîk kir û bû sembola aşîtiyê. Dewleta Tirk dizane klîta aloziya herêmê di destê Ocalan de ye, lewma tecrîdê tund dike.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/FGr6GH5u8Po" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>