Rûspiyê eşîra Şerabîn: Eşîrên Ereban di avakirina QSD’ê de rol lîstin

 Rûspiyê eşîra Şerabîn Sabit Cewher got: “Di avakirina QSD`ê de eşîrên Ereban xwedî rol in. Eşîrên Ereban hewldanên derxistina nakokiyan vala derxistin.”   

Rûspiyê eşîra Şerabîn: Eşîrên Ereban di avakirina QSD’ê de rol lîstin
13 ÇILE, 2020   05:35
HESEKÊ-COZA ÎBRAHÎM

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve hin alî û hêzên cîhanê hewl didin nakokiyan di navbera şêniyên Sûriyê de derxin. Bi siyaseta xwe dixwazin herêmê dagir bikin.

Lê bi avakirina Hêzên Sûriya Demokratîk li Bakurê Sûriyê û bangên rûpsiyên eşîrên Ereban re, bi hezaran ji pêkhateya Ereb tev li nava QSD`ê bûn.

Bi destpêkirina Şoreşa li bajarên Bakurê Sûriyê, gelek aliyan hewldana derxistina nakokiyên di navbera pêkhateyan de kirin. Armanca vê yekê jî berjewendiyên xwe li herêmê bidin meşandin, lê bi hevgiritina gelên herêmê re hewldanên wan vala derketin.

Di vê mijarê de ajansa me hevdîtin bi sekreterê Meclisa Rûspiyan û rûspiyekî eşîra Şerabîn a li Hesekê Sabit Cewher re çêkir.Cewher wiha dest bi axaftina xwe kir: "Bi destpêkirina şoreşa Sûriyê re, eşîrên Ereban rokek giring lîst. Nexasim di şerê li dijî terorîstan ên wekî Cebhet El-Nusra, Artêşa Wetenî ya Azad û DAIŞ`ê de.”

‘EŞÎR LI HEMBERÎ NAKOKIYAN SEKINÎN’

Dewletên derve û yên herêmî ji bo berjewendiyên xwe pêkbînin, hewl dan di navbera pêkhateyên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de nakokiyan derxînin.

Cewher di vê derbarê de wiha axivî: “Hin dewlet hewldana derxistina nakokiyan di navbera pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Di serê van dewletan de dewleta Tirk a dagirker tê. Dewleta Tirk piştgiriya komên terorîst dike û herêmên nêzî sînor dagirkiriye. Li gel vê yekê komkujî li dijî sivîlên bê guneh pêk anîye. Lê dîsa eşîrên Ereban nakokî û komkujiyên li dijî sivîlan red kirin.”

Sabit Cewher wiha li axaftina xwe zêde kir: “Dewleta Tirk ji bo nakokiyan di navbera pêkhateyên herêmê, nexasim di navbera Kurd û Ereban de derbixe. Bi milyonan dolar danî, lê dîsa jî projeya wan bi bin ket.”

‘EŞÎRÊN EREBAN DI AVAKIRINA QSD`Ê DE ROLEKÎ GIRING LÎSTIN’

Cewher îşaret bi rola eşîrên Ereban ên di avakirina Yekîneyên Parastina Gel, Yekîneyên Parastina Jin û QSD`ê de kir û got: “Beyî dudilî şêniyên eşîrên Ereban tevlî nava hêzên leşkerî bûn û hêj li dijî nakokiyan xwedan rol in.”

Cewher bal kişand ser êrişên artêşa Tirk a dagirker û dagirkirina herêmên Serêkaniyê, Girê Spî, Efrîn û Carablusê û wiha pê de çû: “Di oxira parastina xakê de zarokên me mil bi mil li gel QSD`ê li ber xwe dan. Isbata hevgirtina şêniyan, birêvebirina saziyên sivîl û leşkerî ye û pê re jî parastina xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin.”

Sekreterê Melclisa Rûspiyan û rûspiyê eşîra Şerabîn a Hesekê Sabit Cewher di dawiya axaftina xwe de banga diyalogên Sûrî-Sûrî kir û got: “Wê çareseriya aloziya Sûriyê bi diyaloga Sûrî-Sûrî misoger bibe. Şêniyên eşîrên Ereban li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gel QSD`ê parastina xaka xwe dikin.”

(eh)

ANHA  

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/SjiNYOd6GeA" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>