Li Hecînê motorsiklêteke bombebarkirî hat teqandin, 6 birîndar hene

​​​​​​​Îro di saetên sibê de motorsiklêtekî bombebarkirî li yek ji sûkên Hecîn ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê, hat teqandin. Di encama wê de 6 kes birîndar bûn.

Li Hecînê motorsiklêteke bombebarkirî hat teqandin, 6 birîndar hene
11 ÇILE, 2020   08:13
DÊRAZOR

Nûçegihanê me ragihand ku îro di saetên sibê de li yek ji sûkên Hecîn ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê motorsiklêtek bombebarkirî hat teqandin. Di encama wê de 6 kes birîndar bûn di nav de jin û zarok jî hene. Birîndar ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyên ku nûçegihanê me bi destxistine, birîndar ev in: Bav û keça xwe di erebeya xwe de, zarokê bi navê Usama Cesam El-Zayid (12), 3 jin ku li sûkê bûn.

Tîmên rakirina mayînan berê xwe dan cihê bûyerê û derdora cihê bûyerê girtin û dest bi lêkolînê kirin ku heger tu mayînên din li wî cihî hebin.

(bx)

ANHA