‘Tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gelan e’

Hevserokê Meclisa TEV-DEM’ê yê şaxê herêma Firatê Ebdulrehman Demir got: “Tecrîda li ser Rêber Ocalan tecrîda li ser hemû gelan e.”

‘Tecrîda li ser Ocalan li ser hemû gelan e’
11 ÇILE, 2020   06:09
KOBANÊ-SAMIR OSMAN.

Dewleta Tirk a dagirker ev 9 sale tecrîdê li ser Rêber Abdullah Ocalan ferz dike. Bi vê yekê dewleta Tirk pîvanên mirovahiyê û mafên mirovan bipê dike.

Ev 9 sale gelê Kurd bi rêbazên cuda li dijî tecrîdê liber xwe didin. Ji ber vê jî dewleta dagirker carnan neçar dimîne ku destura serlêdana parêzer û malbatê li gel Ocalan dide. Lê piştî wê dîsa tecrîda girankirî didomîne.

Di vê çarçoveyê de hevserokê TEV-DEM`ê şaxê herêma Firatê Abdulrehman Demir wiha axivî: “Dewleta Tirk hewl dide gelê Kurd bê maf bimîne. Lewma li dijî Rêber Ocalan tecrîd ferz dike û rê li pêşiya aloziya Rojhilata Navîn vedike.”

Ebdulrehman wiha li axaftina xwe zêde kir: “Rêbertî roleke sereke ji bo azadiya gelan lîst. Ev jî bi rêya projeya Neteweya Demokratîk misoger bû. Ev ê projeyê ne tenê gelê Kurd hewand, gelê herêmê hemû dihewîne. Gelek kesên projeya Neteweya Demokratîk red dikin hene, ji ber vê yekê komplo li dijî Rêbertî çêkirin. Ev jî isbata wê yekê ye ku tecrîd ne tenê li dijî Rêbertî lê belê li dijî hemû gelan e.”

Hevserokê Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk şaxê herêma Firatê Abdulrehman Demir wiha parve kir: “Meş û çalakiyên li dijî tecrîdê li dar ketin, dewleta Tirk neçar kir ku rê bide parêzer û malbatê ku serdana Rêbertî bikin. Lewma gelek guhatin di herêmê de çêbûn. Ocalan xwedan fikir û biryar e. Li gel vê yekê bi dehan pirtûk nivîsandiye. , hem siyasetmedar e, lewma kesên li dijî azadiya gelan hêrs dibin, em jî bê deng nemînin û li dijî tecrîdê derbikevin.”

Têkildarî çareseriya aloziya  Rojhilata Navîn Abdulrehman wiha anî ziman: “Rewşa Rojhilata Navîn di xeter e. Lewma li gelek welatan kirîz derketiye. Mînaka wê jî Sûriye û Lîbya ye. Li gel vê yekê rewşa parçebûna di hundirê dewleta Tirk de ye jî. Lewma dewleta Tirk ditirse, nijadperestî, yek al, yek deng û yek partî ji ber serhildanên gelan îflas bike.”

Abdulrehman bal kişand ser helwesta gelan û got: “Êdî nema tikes dîktatoran qebûl dike. Ev ê yekê hişt dewletên nijadperest hilweşin.”

Di dawiya axaftina xwe de hevserokê Meclisa TEV-DEM`ê şaxê herêma Firatê Abdulrehman Demir wiha got: “Hikumeta AKP`ê piştî hilbijartinên dawîn giraniya xwe wenda kir. Êdî rewşa hundirîn a welat diyar bû. Lewma çareseriya aloziya di Rojhilata Navîn de tenê bi rêya projeya Rêber Ocalan pêşniyarkiriye, ku ew jî Netewerya Demokratîk e misoger dibe.”

(eh)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Ik2BTBl83Bc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>