Piştî wefata Qabûs...Sultanekî nû ji Umanê re hat erkdarkirin

Piştî wefata sultan Qabûs di şeva înê de, Heysem Bin Tariq Al Seîd bû sultanê, Umanê.

Piştî wefata Qabûs...Sultanekî nû ji Umanê re hat erkdarkirin
11 ÇILE, 2020   08:42
NAVENDA NÛÇEYAN

Kanala fermî ya Umanê şemiyê ragihand ku Heysem Bin Tariq Al Seîd piştî sultan Qabûs di êvara înê de wefat kiriye, bû sultanê Umanê.

Meclisa Parastinê ya Bilind a Seltenet Uman şemiyê bang li Meclisa Malbatê Melekiyê kir ku yekî li pey wefata sultan Qabûs Bin Seîd, diyar bikin.

Sultanê Umanê Qabûs Bin Seîd di şeva berê de bi temena (79) jiyana xwe ji dest da.

Sultan Qabûs, ji 1970’î ve li ser desthilatê ye, tu zarokên wî jî tune bûn û tu kes jî li şûna xwe erkdar nekir.

Li gorî sîstema Seltenet Uman a ku di 1996’an de hatiye danîn, malbata melekî piştî 3 rojan ji valabûna kursiyê, wê yekî yekî diyar dike.

(fr)