Şêniyên Girê Spî: Bila çete ji Girê Spî derkevin

Şêniyên Girê Spî ya dagirkirî bi meşekê daxwaz kirin ku çeteyên ku welatiyê bi navê Imar Hisên Hacî kuştin ji bajarê wan derkevin, her wiha daxwaza kirin ku çeteyên bi navê Feyleq El-Mejid ji bajêr derkevin.

Şêniyên Girê Spî: Bila çete ji Girê Spî derkevin
Şêniyên Girê Spî: Bila çete ji Girê Spî derkevin
Şêniyên Girê Spî: Bila çete ji Girê Spî derkevin
Şêniyên Girê Spî: Bila çete ji Girê Spî derkevin
2 ÇILE, 2020   11:35
GIRÊ SPÎ

Şêniyên Girê Spî kiryar û binpêkirinên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê derheqê gel şermezar kirin û meşan li dar dixin û daxwaz dikin ku çete ji bajêr derkevin.

Çeteyan duh ciwanê bi navê Imar Hecî ji eşîra El-Meşhûr El-Erebiyê ku bi xwe ajokarê erebeya kirê ye li Girê Spî, kuştin, li gorî çavkaniyên ji bajêr ku komeke çeteyan xwestin Imar wan bigihîne cihekî li rojavayê Girê Spî, li wir hewl dan ku erebeya wî desteser bikin, ciwan bi navê Imar jî dema erebeya xwe ji diziyê diparast çeteyan guleyeke avêtin serî wî û ew kuştin.

Ji ber vê yekê îro sedan şêniyên Girê Spî meşek li dar xistin, bi rêya wê daxwaz kirin ku çeteyên ku welatiyê bi navê Imar Hecî kuştin, ji bajêr derkevin.

Xwepêşandêran daxwaz kirin ku çeteyên Feyleq El-Mejid ji ber kiryar û binpêkirinên ji mafên gelê li bajêr, ji bajêr derkevin.

Hêjayî bibîrxistinê ye ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê yên DAIŞ û Cebhet El-Nusra di 9`ê Cotmehê, di êrişên xwe li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bajarê Girê Spî dagir kirin, ji wê demê de li herêmên dagirkirî nakokî, sûc û dizîna mal û milkên şêniyan ji aliyê dagirker û çeteyên wê ve didome.

(jo)

ANHA