Rojnamevana lubnanî Necwe Qasim jiyana xwe ji dest da

Îro rojnamevana lubnanî Necwe Qasim di temenê xwe yê 52 salî de jiyana xwe ji dest da.

Rojnamevana lubnanî Necwe Qasim jiyana xwe ji dest da
2 ÇILE, 2020   11:24
NAVENDA NÛÇEYAN


Gerînendeyê nûçeyan a MBC’yê li Erebistana Siûdî Malik El-Rewaqî, li ser Twittera xwe wiha got: “Hevala me Necwe Qasim pêşkêşa kanala El-Erebiye jiyana xwe ji dest da… Em sersaxiyê ji heval û malbata wê re dixwazin.”

Necwe Qasim pêşkêşa bernameya “Bûyera Îro” Hedes El-Yeum li ser kanalên El-Erebiye û El-Erebiye El-Hedes pêşkêşî dikir.

(kc)