Yewnanistan, Îsraîl û Qibrisê li ser gaza xwezayî ya Derya Spî li hev kirin

Dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê ragihand ku der barê dirêjkirina xeta gazê ji Îsraîlê heta Ewropayê bi rêya Yewnanistan û Qibrisê, dê serokê hikumeta Îsraîlê bi serokên wan dewletan re li hev bike. Ev gav ji bo bersivdayîna tevgerên dewleta Tirk ên dawîn ên li Lîbya û rojhilatê Deryaya Spî pêk tê.

Yewnanistan, Îsraîl û Qibrisê li ser gaza xwezayî ya Derya Spî li hev kirin
2 ÇILE, 2020   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Malpera ‘i24news’ ya Îsraîlê ragihand ku ji bo ku tev li lûtkeya sêalî ya di navbera Îsraîl, Yewnanistan û Qibrisê de bibe, serokê hikumeta Îsraîlê Benjamin Natanyahu berê xwe daye Atînayê.

Dê Natanyahu bi serokên van dewletan re bicive. Ev lûtke piştî ku diyalogên meha borî di navbera serokê Îsraîlê û serokên Yewnanistan û Qibrisê de, pêk tê ku di encamê de her sê aliyan ji bo lidarxisitina vê lûtkeyê li hev kir. Dê di lûtkeyê de, her wiha peymana xeta gazê (East-Med) ya ji Îsraîlê heta Ewropayê bi rêya Yewnanistan û Qibrisê were îmzekirin.

Ev lûtke wek berdewama lûtkeya serokan ku di Adara borî de bi tevlêbûna wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo pêk hatibû, tê lidarxistin.

Peymana gazê peymaneke hikûmî ya navdewletî ye û wek berdewama rêkeftinên sala 2017`an ku piştî wê lêkolîneke destpêkê hate kirin, pêk tê.

Li gorî dezgehên çapemeniyê yên Îsraîlê, ev peyman dê gaveke itîbarî be lê belê dê girîng be. Her wiha dê helwesta Yewnanistan û Qibrisê li hemberî Tirkiyê xurt bike. Natanyahu di nameya ku ji serokên her du dewletan re şandiye de tekez kir ku peymana di navbera Tirkiye û Lîbyayê de "ne qanûnî" ye. Ji ber vê yekê divê bersiva wê bê dayîn û peymana  gazê bi Yewnanistan û Qibrisê re bê îmzekirin.

Peymana navborî weke alternatîfa gaza Rûsyayê tê dîtin û hin rayedarên Ewropa û Emerîkayê ragihandin ku ew piştgiriya projeyê dikin.

Lihevkirina hersê welatan piştî lihevkirina Tirkiye û Lîbyayê pêk hat.

Tevî Misrê rêveberiya her sê welatan li dijî peymana navbera Enqere û Trablûsê ya li ser rojhilatê Derya Spî derdikevin.

Di 27`ê Mijdarê de serokkomarê  Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û serokê hikumeta Wîfaq a Lîbyayê bi serokatiya Fayiz El-Sîrac du muzakeriyên rêkeftinê îmze kiribûn ku rastî nerazîbûneke herêmî û navdewletî hat.

(cx)