HRE: Di çalakiyên sabotajê de 7 çete birîndar bûn

HRE’yê bi daxuyand ku di çalakiyên wan ên sabotajê yên li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker de 7 çete birîndar bûn.

HRE: Di çalakiyên sabotajê de 7 çete birîndar bûn
1 ÇILE, 2020   10:38
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Rizgariya Efrînê (HRE) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku di çalakiyên wan ên sabotajê yên duh û pêr ên li dijî çeteyên artêşa Tirk a dagirker de 7 çete birîndar bûne. Her wiah diyar kir ku artêşa Tirk gelek gundên navçeya Şera ya Efrînê topbaran kirin.

Daxuyaniya HRE’yê wiha ye:

“Li dijî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê li Efrîn û herêmên derdora wê çalakî û operasyonên hêzên me bê navber berdewam dikin.

Hêzên me di 30’ê Kanûnê de li gundê Tiwês ê bi ser herêma Babê ve bi çalakiyeke sabotajê, çeteyên koma bi navê Lîwa Weqas hedef girtin. Di encamê de 3 çeteyên koma navborî birîndar bûn.

Hêzên me 31’ê Kanûnê de li gundê Soran ê bi ser herêma Ezazê ve bi çalakiyeke sabotajê, çeteyên girêdayî Polîsên Leşkerî hedef girtin. Di encamê de 4 çeteyên Polîsên Leşkerî birîndar bûn.

Her wiha artêşa dagirker û çeteyên wê gundên Soxanekê, daristanên Soxanekê, Aqîbê yê bi ser navçeya Şêrawa û gundên Merenaz, Malikiyê, Şewarixa yên bi ser navçeya Şera a Efrînê nêzîkê 70 topên obusê bi dijwarî topbaran kirin. Di heman demê de ji duh ve artêşa dagirker tevgera balafirên keşfê li ser navçeya Şêrawa û Şera dabû destpêkirin, hêj berdewam dike.”