Li bajarokê Ebû Hemam teqîn: Jinek û 3 zarokan jiyana xwe ji dest da

Jinek û 3 zarokan di encama teqandina erebeyeke bombebarkirî li kêleka benda El-Senor li bajarokê Ebû Hemam ê gundewarên rojhilatê Dêrazorê de jiyana xwe ji dest da.

Li bajarokê Ebû Hemam teqîn: Jinek û 3 zarokan jiyana xwe ji dest da
Li bajarokê Ebû Hemam teqîn: Jinek û 3 zarokan jiyana xwe ji dest da
Li bajarokê Ebû Hemam teqîn: Jinek û 3 zarokan jiyana xwe ji dest da
1 ÇILE, 2020   10:54
DÊRAZOR

Îro sibehê erebeyeke bombebarkirî ji cureya "Helfawiyê" li herêma El-Sînor ku nuqteya berê ya QSD`ê lê bû, teqiya. Di encamê de jinek û 2 zarokên wê û zarokekî din jiyana xwe ji dest da û 2 sivîl birîndar bûn.

Tîmên pispor ên girêdayî QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berê xwe da cihê bûyerê, her wiha tîmên endezyariya mayinan dest bi paqijkirina cihê bûyerê kir.

Hêjayî gotinê ye ku dihat payîn ku şêniyan ji bo şermezarkirina siyaseta hêzên Rûsya û rejîmê li herêmê meşek li heman cihê teqînê li dar bixe.

ANHA