Duh Fransa îro dewleta Tirk… berxwedana pîremêrekî li dijî dagirkeriyê

Şahidekî mêtingeriya Fransayê û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê Ehmed Bekir El-Geraf ji Rihayê ye û neçarî koçberiyê bûye. Geraf bi mêtingeriya Fransa re rû bi rû ma û niha jî li dijî êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê li gundê xwe bi temenê xwe yê mezin li ber xwe dide.

Duh Fransa îro dewleta Tirk… berxwedana pîremêrekî li dijî dagirkeriyê
1 ÇILE, 2020   10:22
HESEKÊ – CÎHAN BÎLGÎN

Her çi qas êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê nû xuya bikin jî lê di dîrokê de her li ser vê axa pîroz şer hatiye kirin.  Yên ku dagirkerî, mêtingerî û desthilatdarî nedixwestin, rêya berxwedanê hilbijart. Niha jî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişên dagirkeriyê li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin. Gelê herêmê çawa li dijî mêtingeriya Fransayê li ber xwe da niha jî li dijî dagirkeriyê li ber xwe didin.

Yek ji şahidê mêtingeriya Fransayê û êrişên dagirkeriya dewleta Tirk û çeteyên wê Ehmed Bekir El-Geraf ku 84 salî ye û bavê 6 zarokan e, li gundê Um El-Xêr ku 15 km li rojavayê navçeya Til Temir e, dijî. El-Geraf ji ber ku di lingê wî de platîn heye, nikare bimeşe. Ruxmî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê,  Ehmed û malbata xwe bi temenê mezin û astengiya nexweşiyê jî ji gund derneketine û li ber xwe didin.

JI BER ZEXTA LEŞKERIYA DEWLETA TIRK NEÇARÎ KOÇBERIYÊ BÛN

Ehmed El-Geraf eslê xwe ji Bakurê Kurdistanê bajarê Rihayê ye. Heya 7 saliyê li Rihayê dijî lê ji ber leşkeriya dewleta Tirk a dagirker bavê wî ji Rihayê reviya û hatine Sûriyê. Sedema derketina ji Rihayê El-Geraf wiha vedibêje: “Leşkerên dewleta Tirk zext li Kurdan dikirin. Bavê min nikaribû malbata xwe bi tenê bihêle ji ber kesekî ku ji wan re kar bike tune bû. Em neçarî derketinê kirin. Temenê bavê min 32 salî bû û bi zorê dixwestin wî bibin leşkeriyê.”

LI DIJÎ MÊTINGERIYA FRANSAYÊ BERXWEDANA GELAN

Piştî ku ji Rihayê derdikevin, berê xwe didin Serêkaniyê. Lê li vir jî ji dagirkerî, zext û metingeriyê dûr nakevin û rastî metingeriya Fransayê tên. Wê dîrokê El-Geraf bi berxwedana gel pênasê dike û got: “Li hember mêtingeriya Fransayê gelê herêmê ji Helebê, Mirecîs, Şam heya Minbicê berxwedaneke gelekî mezin meşand. Piştî derketina Fransayê dewleta Sûriyê hat avakirin lê dîsa jî desthilatdarî li ser gel bi dawî nebû. Kesên ku dewlet bi rê ve dibirin her mafê gel dixwarin. Kesên ku hatin her qetlîam, koçberî, desthilatdarî dewletê hilweşandin û dev ji kursiyên xwe bernedan.  Bi darê zorê civak bi rê ve birin.”

GEL LI BENDA AVAKIRINA RÊVEBERIYA XWESER BÛN

Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li benda avakirina Rêveberiya Xweser bûn ku daxwaza ji zextê êdî rizgar bibin û xwe bi xwe, xwe bi rê ve bibin. Ehmed pêwîstiya avakirina Rêveberiya Xweser wiha dibejê: “Pêwîstiya me gelê me bi şêwazekî wiha hebû. Me ji zexta dewletê para xwe girtibû. Rêvebirina gel gelek pirsgirêkan çareser dike. Lê li dijî vê sîstemê dîsa êrişên hovanê dest pê kir. Lê ruxmî sîstema baş çeteyên hov gel kir hedef. Çeteyên Cehbet El-Nusra bi awayekî hovane di sala 2012’an de li gundê me 21 kes qetil kirin. Ev erd her bi êrişan re rû bi rû maye.”

‘JI BERJEWENDIYÊN DEWLETAN RE GEL DIBE QURBANÎ’

Li ser êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibejê : “Li Sûriyê her kes dixwaze para xwe bigire. Dewleta Sûriyê jixwe ji her tiştî re bê deng e. Yên ku tên kuştin, gel e. Em ê ber bi ku derê ve herin? Jiyana me hemû li bin guhê hev xistin. Ji bo berjewendiyan gel her dibe qurbanî. Em naxwazin tu dewlet neyê me bi rê ve nebe, hêza me heye û em ji xwe, xwe bi xwe rêvedibin. Ev welat welatê me ye ne ye dagirkeran e. Çete ji bilî qetilkirin, talan, dizî û destdirêjî tiştekî nakin.”

‘EM KOÇBER BÛN, LI PEY ME HATIN LÊ EM DERNAKEVIN’

Ehmed El-Geraf di dawî de hemû çîrok û pêşaroja xwe wiha kom kir û got: “Em ji ber zexta dewleta Tirk koçberî Rojava ye Kurdistanê bûn niha dîsa li pêy me hatine û dixwazin me qetil bikin. Em jî ji wan re dibejijn em ji malên xwe dernakevin û li ber xwe bidin.”

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/aqjhb4eo0r4" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>