Mijarên rojnameyên erebî – 1 Çile

Rojnameyên erebî vê sibehê behsa rewşa Idlibê, xwepêşandanên Iraq û rewşa Filîstînê kir.

Mijarên rojnameyên erebî – 1 Çile
1 ÇILE, 2020   09:18
NAVENDA NÛÇEYAN

ÎMARAT EL-YEÛM: TIRKIYE JI NUQTEYÊN ÇAVDÊRIYÊ YÊN LI IDLIBÊ VENAKIŞE

Rojnameyên erebê vê sibehê di gelek mijaran de behsa rewşa Sûriyê kir ku jê jî hebûna dewleta Tirk. Di vê çarçoveyê de rojnameya Îmarat El-Yeûm wiha nivîsî: "Duh, wezîrê parastinê yê Tirkiyê Hulusî Akar anî ziman ku vekişîna dewleta Tirk ji nuqteyên çavdêriyê yên leşkerî li Idlibê ne pêkan e. Ew jî piştî ku hêzên Sûriyê û Rûsyayê hedefên li parêzgeha Idlibê, bombebaran kirin."

Hulusî Akar wiha lê zêde kir: "Li Idlibê 12 nuqteyên çavdêriyê hene. Nêzî 3,7 milyon penaberên sûrî li Enqereyê hene ku hejmara herî mezin ji cîhanê pêşwaz kiriye. Ji lew re metirsiya me ji pêleleke nû ya koçberiyê heye ku li Idlibê 3 milyon sûrî hene. Hêzên opozîsyonê, serweriya li ser rûbereke mezin li Idlibê dike."

Serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed jî, soza vegerandina serweriyê li ser Idlibê da. Bi wê re jî pêla penaberiyê di vê dawiyê de ber bi sînorê dewleta Tirk ve pêk hat.

UKAZ: DI NAVA AGAHIYÊN TEVLIHEV DE... EWN: DÊ HIKUMET DI VAN ROJAN DE BÊ AVAKIRIN

Têkildarî Lubnanê, rojnameya Ukaz wiha nivîsî: "Duh agahiyên tevlihev der barê xebata avakirina hikumeta Lubanê ya nû de, derketin. El-Şîa anî ziman ku em li pêşberî xebateke nû ya damezrandina hikumeteke nû ne. Lê çavkaniyên hêzên Lubnanê diyar kir ku rêveçûna xebata damezrandinê, ne vehesî ne, bi taybet aliyê bevalkirina çenteyan di navbera hêzên siyasî bi xwe de. Bi wê re jî em li pêşberî xebata welidandina hikumeta berê ne."

ŞERQ EL-EWSET: ÎSRAÎ; PEYMANA"DEMDIRÊJ" BI HEMASÊ RE DI DEMEKE NÊZ DE

Der barê Filîstînê, rojnameya Şerq El-Ewset wiha diyar kir: "Wezîrê hevkariya herêmî yê hikumeta Îsraîlê Tzegi Hanegbi li ser nêzbûna gihandina ber bi peymana agirbesteke giştî û "dimdirêj" di navbera Îsraîl û tevgera" Hemas" de ku li ser girêbesta pevguhartina dîlgirtiyan de, ragihand û got ku ev "êdî ev lihevanîn ji her demê nêztirîn bûye." Tzegi Hanegbi bi bîr xist ku hin astengî girêdayî israra"Hemasê" li ser nevekirina dosyeya leşkerên dîlgirtiyên Îsraîlê beriya destpêkirina peymana serbestberdana dîlgirtiyên girêbesta Şalît ên ku Îsraîlê ji nû ve girtine, hene. Lê belê mijar di lêkolînê de ye."

EL-BEYAN: "EL-CAMIYE" BANG LI QEDEXEKIRINA DESTWERDANA DERVE LI LÎBYAYÊ KIR

Girêdayî Lîbyayê jî, rojnemaya El-Beyan wiha anî ziman: "Meclisa Camiyeya dewletên ereban li ser asta nûnerên daîm piştrast kir destwerdana derve li Lîbyayê red dikin. Ji ber ku veguhastina çekdarên biyanî yên tundrew û terorî da ku şer li Lîbyayê bikin, hêsan dike."

 

 

Her wiha jî biryarên navdewletî yên girêdayî qedexekirina rêkirina çekan bin pê dikin ku gefên ewlehiyê li dewletên cîranê Lîbyayê û herêmê dixwin.

ŞERQ EL-EWSET: TEHRAN Û WASHINGTON LI BER DÎWARÊN BALYOZXANEYÊ LI BEXDAYÊ LI HEMBER HEV IN

Der heqê Iraqê de, rojnameya Şerq El-Ewset wiha nivîsî: "Di navbera Tehran û Washingtonê de alozî li ber dîwarên balyozxaneya Amerîkayê li Bexdayê, derket. Bi hezaran endamên El-Heşid El-Şebî yên bi piştevaniya Îranê tevî mezinên wan weke Falih El-Feyadû Ebû Mehdî El-Muhendis, Hadî El-Amirî û Qeys El-Xuzelî, ber bi balyozxaneyê yê li herêma El-Xedra ve herikîn. Da ku derbeyên Amerîkayê yên roja înê baregehên "ketîbeyên Hizbullah" li rojavayê Iraqê û Sûriyê hedef girtine, şermezar bikin."

Bi lez xwepêşandan vegerî hewldana serdegirtina balyozxaneyê ku nobetdarên wê mayînên rondikrêj û gule avêtin. Bi wê re jî bi dehan birîndar çêbûn.

(fr)