Êrişên artêşa Tirk kêfxweşiya pîrozbahiya sersalê di nîviyê de hişt

Êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kêfxweşiya pîrozbahiya sersalê xerab kir.

Êrişên artêşa Tirk kêfxweşiya pîrozbahiya sersalê di nîviyê de hişt
Êrişên artêşa Tirk kêfxweşiya pîrozbahiya sersalê di nîviyê de hişt
Êrişên artêşa Tirk kêfxweşiya pîrozbahiya sersalê di nîviyê de hişt
Êrişên artêşa Tirk kêfxweşiya pîrozbahiya sersalê di nîviyê de hişt
Êrişên artêşa Tirk kêfxweşiya pîrozbahiya sersalê di nîviyê de hişt
Êrişên artêşa Tirk kêfxweşiya pîrozbahiya sersalê di nîviyê de hişt
Êrişên artêşa Tirk kêfxweşiya pîrozbahiya sersalê di nîviyê de hişt
Êrişên artêşa Tirk kêfxweşiya pîrozbahiya sersalê di nîviyê de hişt
1 ÇILE, 2020   08:23
HESEKÊ-NESRÎN ELÎ

Ji ber êrişên artêşa Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelên kantona Hesekê kêfxweşiya pîrozbahiya sersalê nekir.

Mêwfiroş Mihemed Umer ku ji pêkhateya Kurd e, rewşa sersalê wiha da zanîn: “Pîrozbahiya îsal ne wekî salên din e, berî bazar zêde dibû qerebalix lê îsal ji ber êrişên artêşa Tirk kêfxweşî nema.”

Tê zanîn ku ji ber êrişên artêşa Tirk ên 9’ê Cotmeha 2019’an zêdestirî 300 hezar sivîl koçber bûn û bi sedan bûn qurbanî û birîndar bûn.

ÊRIŞÊN ARTÊŞA TIRK BANDOR LI PÎROZBAHIYA SERSALÊ KIR

Abdsilo Êliya wiha anî ziman: “Fetaşe lîstokên sersalê ne û biçûk û mezin tev de vê rojê pîroz dikin û em jî diçin dêrê lê belê ji ber êrişên artêşa Tirk îsal zêde tevgera xelkê tune ye.”

Êliya bang li hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li dijî êrişên artêşa Tirk bisekinin, ji ber dijmin cudabûnê naxe nav pêkhateyan û armanca dijmin yek e, ew jî qirkirina gelên Sûriyê ye.

DEWLETA TIRK PÊKHATAYAN DIKE ARMANC

Li bajarê Hesekê nêzî 300 hezar sivîlên ji ber êrişên Tirkiyê koçber bûne hene, li ser vî esasî 64 dibistan û kampa Waşokanî ji wan re hatiye veqetandin.

Di vê derbarê de Ehemed Îsmaîl ku ji pêkhateya Ereb e, wiha anî ziman:  “Kêfxweşiya sersalê ne wekî her sal e, ji ber ku bi hezaran koçberên Serêkaniyê li Hesekê û gundewarên wê ne, ev îsbat dike ku dewleta Tirk pêkhateyan herêmê dike armanc. Lê belê em ê heta dawiyê li dijî artêşa Tirk bisekinin.

(eh)

ANHA