Komîteya Aboriyê ya Jinan 6 proje aktîf kirin

Komîteya Aboriyê ya Jinan a Helebê di sala 2019`an de 6 projeyên cihereng ji zêdetirî 100 karkerên jin re pêk anîn. Bi vê yekê rolek di piştgiriya aboriya jinan de û pêkanîna rêgeza xwetêrkirinê de lîst.

Komîteya Aboriyê ya Jinan 6 proje aktîf kirin
Komîteya Aboriyê ya Jinan 6 proje aktîf kirin
Komîteya Aboriyê ya Jinan 6 proje aktîf kirin
Komîteya Aboriyê ya Jinan 6 proje aktîf kirin
Komîteya Aboriyê ya Jinan 6 proje aktîf kirin
Komîteya Aboriyê ya Jinan 6 proje aktîf kirin
1 ÇILE, 2020   09:42
HELEB-SOLÎN REŞÎD

Ji destpêka rizgarkirina taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê ve, Komîteya Aboriyê ya Jinan ya bajarê Helebê gelek projeyên taybet pêşkêş kirin. Van projeyan rolek di pêşxistina jinan û xurtkirina kedên wan de ji bo ku aboriya xwe bi pêş bixe, lîst. Bi taybet li gel ku tenê ji 8 mehan ve ava bûye.

Komîteya Aboriyê ya Jinan 5 proje li beşa rojhilatê taxa Şêxmeqsûd pêk anîn. Proje ev in: Vekirina dikana şêraniyê bi navê Şêraniya Efrîn. Gelek jin di vê projeyê de kar dikin, şêranî çêdikin û difiroşin.

Projeya duyemîn vekirina dikana firotina bestenî û vexwarinên sar di mewsima havînê de û dikana firotina sermîsankan di newsima zivistanê de.

Her wiha vekirina kafeterya û piştre di zivistanê de veguherand xwaringehê.

Vekirina werşeya dirûtinê (reş, pakkirin û ambalaj). Her wiha hinek li mal kar kirin.

Vekirina dikaneke taybet ji bo firotina mûnê.

Têkildarî projeya mala mûnê çavdêra mala mûnê Asya Mihemed diyar kir ku 8 jin di amadekirina mûnê de li gorî mewsiman dixebitin. Mîna pelên rezan, hişkkirina şînkahiyan ên ku jê biharat, rîçal û dims bi tevahiya cureyên wê derdikevin.

Gelek daxwaz li ser mûnê çêbûn ji ber ku ji hêla jinan ve bi awayekî pisporî tê çêkirin.

Berhemên mala mûnê li ser dikanên taxan belav dibin û bi bihayên guncaw têne firotin. Ji ber zêdebûna daxwaza li ser wê wê şaxeke din ji mala mûnê li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûd bê vekirin.

Jin bi awayekî daîm û rojane li mala mûnê dixebitin. Jinên ku bi awayekî domdar kar dikin mehane 30 hezar lîreyên Sûriyê wek fon digirin.

Karkera bi navê Emîne Misto destnîşan kir ku bi rêya karê xwe di vê projeyê de debara malbata xwe peyda dike, bi taybet piştî ku kurê wê di girtîgehên rejîma Sûriyê de ji 4 salan ve winda bûye.

Têkildarî vê mijarê endama rêveber a Rêveberiya Aboriyê ya Jinan Fatme Hesen got: "Armanca me ji vê komîteyê teşwîqkirina jinan li ser kar û debara xwe bi xwe peyda bike. Gelek jin serdana rêveberiyê dikin ji bo ku erkên ji wan tê xwestin pêk bînin û debara malbata xwe peyda bikin."

Fatme diyar kir ku komîteyê vekirina projeyên nû li tevahiya taxan didomîne mîna vekirina dikanek taybet ji bo çêkirina madeyên paqijiyê.

Fatme di dawiyê de bang li tevahiya jinan kir ku tev li komîteyê bibin ji bo ku asta aboriya jinan bi pêş bixin. Tê payîn dewreyên girêdayî girîngiya rola jinan di aboriyê de vekin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/yTA1ExWMXvc" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>